
ABDULAZİZ OÐUR
Koma Avesta komeke mûzîkê ye ku para bêhtir hunerê dengbêjiyê ji xwe re esas digire û xebatên xwe li gorî wê dimeşîne. Ev koma ciwan û ji ciwanan tê pê, nexasim jî bi awayekî serketî performansên dengbêjiyê yên mîna Zerga û Mihemedê Seîd Axa birine serî. Me bi endamê Komê Umîd Qoserî pirsî, ka ew muzîka xwe çawa îfade dikin. Metîn Çoban û Azad jî fikra xwe ya li ser dengbêjiyê û dîroka avakirina komî bi me re parve kir.
Li gorî komê, her kesa ku straneke kevin bibêje, nabe ku xwe weke dengbêj bide nasîn, lewma dengbêj hem dibêje û hem jî dikare bi dengbêjiyê bûyerên serdema xwe jî îfade bike
Koma Avesta her çiqas xwedî performans û stranên modern jî xuya dike mirov bi guhdarîkirina wê tê digihîje ku feyza xwe ji çavkaniya dengbêjiyê digire. Di kar û xebatên we de cihê dengbêjiyê çi ye?
Belê tiştê nûjen lî ser koka xwe şîn bê, wê gelek baş û xweş be, wê çêtîr be, heger hunerê Kurdî darek be, dengbêjî jî koka vê darê ye, û em xwe pîdûyê vê darê dîbînîn
Li ser dengêjiyê jî ez dixwazim vêya bînim ziman, bapîrên me ev hunerê dengbêjiyê bi rastî û pakî bi me gihandin, lê mixabin em li vê erkê xwedî dernakevin, yan jî em pir kêm dimînin,
Mîna solîstê komê Umît Qoserî dane û bandorên dengbêjiyê lî ser we bêhtîr xuya dikin. Hûn xwe çawa bi nav dikin?
Em komeke giradayî nirxê xwe û dîroka xwe ne, muzîka ku em çêdikin muzîka etnîk e, ango, em dikarin bibêjin, em di riya dengbêjan de diçin. Lê em hîna negihane merteba dengbêjiyê.
Li ser dengbêjiyê xebat, lêkolînên we hene?
Belê, ji niha û pê ve, em dixwazin giraniya xwe bidin ser dengbêjiyê. Xweda emrê dirêj bide, sala 2018´an de em dixwazin him stranên dengbêjiyê bibêjin, çend hebên winda hene em dixwazin wan nîşanî gelê xwe bidin.
Lê ji bo vê yekê gelek gelek şixul divê, gerek meriv berî hertiştî xwe saz bike, xwe ava bike. Siberojê, em dixwazin li ser şehîdê me parêzer Tahir Elçî straneke dengbêjiyê çêkin. Niha, me peyvên wê nivîsandine û em li ser muzîka wê dixebitin. Sekna wî li hemberî zordaran û serpêhatiya wî, em ê bi straneke dengbêjiyê îfade bikin.
Û yên din jî Evdalê Zeynê û Gula bafile, Hesenê Mala Mûsa, Derwêşê Evdî, Bavê Seyro, Zembîlfiroş û Caferê Qereçî ne. Di çend hebên van stranan de hinek şaşî hene. Xelet hatine xwendin, em dixazin bi gotina van stranan, wan rast bikin.
Strana Zerga û Mihemedê Seîd Axa (Mihemedê Daqorî) ji aliyê gelek dengbêj, stranbêj û hûnermendan ve hatiye şîrovekirin. Bala mîn kişand we ev stran bi performanseke 21-22 deqîqeyî gelekî xwezayî û orjînal û gelekî serketî şîrove kiriye. Wateyeke vê stranê ya ji bo we taybet heye gelo?
Mihemedê Seîd Axa mezinekî Kurdan bû û hem jî şexsiyeteke dîrokî bû, bûyera wî za sînema Amudê tiştekî pûç nebû. Wexta ku xwe davêje nav agir û wan zarokên Kurdan derdixe, ew ji me re gelekî girîng hat, û ya din jî ev stran ji hêla gelek kesan ve şaş hatibû xwendin, me xwest ku em vê stranê rast bixwînin û rastiya wê pêş civakê bikin. Ji bo ku em vê şaşiyê rast bikin me pênc salên xwe dan vê stranê.
Gava em berê xwe didin gotina stranê, jin ji bo pesindayîna mêr bûye navbeyenkar? Yan gelo bi xwe jî xwedî rol e? Mînak Mîhemedê Seîd Axa, Derwêşê/Dewrêşê Evdî, Siyamed, Bavê Fexriya û lehengên din ên stranan bêyî evîna dildara wan, hezkirna dayik an jî xwîşka wan jî dikarîbûn bibin leheng? Yan jî, heger jinên li dora wan nebûna, me yê îro qala wan bikira?
Na, ne ji rola jinê bûya, me nekarîbû îro qala van destan, çîrok û stranan jî bikira, neheqiya mezin ev e, di hunerê Kurdî de yê ku mêr derdixe pêş jin e, lê meriv lê dinihêre navê jinê li holê tine. Xwediya van stranan, mîmarê vî hunerî jin bû. Di dîroka Kurdan de ku em li navê jinê binihêrin, em ê zanibin ku bapîrên me qedr û qîymetekî pirr mezin dane jinê. Em lê dinihêrin di dema me ya niha de ew şaşiya berê tê rastkirin, bi xêra rêberê Kurdan ew şaşî ji holê radibe û jin dîsa xwe ji xwe ava kir. Di civaka kê de jin azad be wê jiyan jî azad be. Weke her tiştê huner jî bi jinê ve girêdayî ye. Lewra jiyan ji jinê tê.
Stranbêj û hûnermendên Kurd çîqasî jî hêza dengbêjyê û wêjeya devkî ya Kurd haydar in û çiqasî bi zanebûn jê sûdê werdigirin?
Ji bo ku em dengbêjiyê bi rastî bimeşînin divê em beriya her tiştî vê dengbêjiyê nas bikin û fêr bibin.
Dengbêj, şahidê sedsala xwe ye, dengbêj, çav û zimanê civakê ye. Heger bûyerek di serdema me de biqewime, û vê bûyerê bi aweyekî rastî bi sitranî karibin bînin ziman, tenê hingê em karibin ji xwe re bibêjin, em dengbêj in.
Dengbêjî ne tenê ku em stranên dengêbêjan bibêjin, û tew wan stranan jî şaş bibêje û biherimîne. Mîna ku strana ‘Hesenê Mala Mûsa’ hunermendê me niha dibêjin, Ehmedê Mala Mûsa, ev şaşiyeke mezin e. Stran çi be, divê bi xwezaya xwe bê gotin û neyê herimandin, em ji van hunermendan re dibêjin, ya wê stranê nebêje, yan jî xweşik li ser wê lêkolînê bike û paşê bibêje.
Dengbêjên berê ê ku em ji xwe re mînak dibînin, li cihekî rûniştana, derhal karîbû wî cihî bi stranê îfade bike, stranbêjî û dengbêjî ji hev cuda ne li gora me. Yek jê tenê stranên kevnare û yên dengbêjan dibêje, meriv dikare jê re bibêje stranbêj. Û kesek hem stranên berê ên dengbêjan û hem jî serdema xwe bîne ziman, meriv dikare ji wî re bibêje dengbêj.
Di diroka Kurdan de dengê herî navdar yê Evdalê Zeynê ye. Evdal hemû hestên xwe û serbihuriya xwe bi sitranan dianî ziman. Wexta ku dil ketibû Gula bavfile, evîna xwe bi sitranê tîne ziman û bi stranan Gulê qanih dike. Mînaka îro jî heye, şehîda me ya bi rûmet Viyan Peyman ew rewşa Kurdan û serpêhatiya Kobanê bi strana Kobanê anîbû ziman, dengbêjî ev e.
Koma Avesta çawa saz bû ?
Endamê komê Metîn bersivê dide: Koma me Avesta sala 2010´an bi sê kesan ava bû. Ez, Metîn Çoban, tembûrvan û stranbêjê kome me. Azad bi xwe gîtarîst û stranbêjê komê ye. Umîd Qoserî, erbanevan û stranbêjê komê ye.
Em sê kes ji bo hunerê Kurdî ji muzîka Kurdî tiştin di mejiyê me de hebû, û xebatên me hebûn, me xwest em bi rêya vê komê vê muzîkê bi gewde bikin.
Navê komê ji pirtûka Zerdeştê Kal, ji Zend Avestayê tê, me xwest navê komê jî wek terza me ji dîroka xwe be.
Em niha li ser sê stranan dişuxilin. Hema bêje, ev stran li ber qedandinê ne, bi xêr ji niha û 20 rojên din em ê bi we re parve bikin.
Yek ji van stranên me gelekî dîrokî ye, ya şair Borazboz e. Borazboz, berî zayînê di sala 330´î de lî Hewremanê jiyaye. Gora wî sala 1950´î ji aliyê arkeologên Ingilîz ve, li Hewramanê hatiye dîtîn.
Helbesta hanê, li ser kêla gorê hatiye dîtin, navê helbestê “bi hev re“ ye.
Borazboz, jî hevjîna xwe re, ji jina xwe ya delal re, 2400 sal beriya niha ev helbesta bi Kurdî nivîsandiye. Û me Koma Avesta ji vê helbestê re muzîkek çêkir, û em ê di van rojan de bi we re parve bikin.
Çawa dengbêjî tê îcrakirin?
(Li ser navê komê Azad bersivê dide) Na! Li gora me na, lewra her neteweyek zimanekî xwe, çandeke xwe heye, muzîka neteweya me jî ji dengbêjiyê pêk tê, ji ber vê yekê wek mînaka ku me li jor dabû, heger em tiştekî nû çêkin jî divê em tahma koka xwe, dengbêjiyê jî bidin wê muzîkê, dengbêjî jî ne tenê ji deng ava dibe, pê re amûrên muzîkê jî tên bikaranîn. Em dikarin vê bi mînankekê bînin ziman, çêndekê beriya niha min li stranekê guhdarî kir, strana Xelef û Ezdînşêr, dîroka vê stranê heye, ew straneke şer e.
Hineke ku ji xwe re dibêjin em hunermendên Kurdan in, çûne ew stran tenê bi gîtarê gotine. Çi têkîliya ez xelef im û gîtarê bi hev re heye? Ez xelef im straneke cengê ye, divê li ber defê yan jî erbanê tê de were bi kar anîn. Binihêrin enstrûmana min gîtar e, lê ev stran ne ya gîtarê ye. Em dixwazin vê yekê bînin ziman heta ji me bê divê di stranên xwe de em bi amûrên Kurdî bi kar bînin. Îro radibin stranên dengbêjiyê bi nermikî, bi luxetê Ewrûpayî dibêjin, ev şaş e, weke ku tu bi ser şerwalê Kurdan de qirawatê têxe stûyê xwe, nabe li hev nake! Heger ku tu wê straneke dengbêjiyê bibêjî li gorî nirxê dengbêjiyê divê bê gotin. Her stran, dîrokeke xwe heye, û divê meriv stranê jî li gorî dîroka wê ava bike. Li gorî terz û dîroka wê stiranê amûrên muzîkê jî bi kar bînî.
Umid Qoserî
Sala 1984´an li navçeya Mêrdînê Qoserê ji dayik bûye û bi malbatî bi eslê xwe gundê Tarîn ê ser bi Şemrexê ye. Pêşiyên wî beriya bi 200 salî ji wir koç kirine û li nav eşîra Omeriyan, li gundê Aluca bi cih bûne. Tevî vê jî ew dibêje, “Rezê me û hemiyên me li wir hene, em bi xwe çiyayî ne.” Dewleta Tirk gundê Aluca vala kiriye. Umîd dibistana seretayî dixwîne û paşê ji ber aloziya li Kurdistanê deh salan navberê dide xwendina xwe û ji derve dest bi xwendina xwe dike. Ew niha zankoyê beşa du salan a “Rêveberiyên herîmê dixwîne” ku sala wî ya dawiyê ye. Ew ji zarokatiya xwe ve elaqedarî hunerê Kurdî û muzîka Kurdî ye û dibêje, “Heskirina min, xeyala min dengbêjî ye. Ji çaxa ku ez bîrewer bûme, ez bi muzîka Kurdî û dengbêjiyê dadikevim”.