Ji dîrokê heta roja me ya îro di nava civaka gelê Kurd û gelên Mezepotamyayê de giringî û wateya dengbêjiyê xurt û gelek e. Hunera dengbêjiyê ku  yek ji aktorên sereke ya afirandina wêjeya devkî ye jî di serdema modern de jî her ku diçe, bi pêşketina muzîkên weke pop, reqs û her wekî din ber bi jibirkirin û tunebûnê ve diçe. Li hemberî jibîrkirin û tunebûnê ciwanê bi navê Bawer Kilinç (24) bi baldariyeke mezin li stranên degbêjan guhdarî dike û bi kêfxweşiyeke mezin kilaman dibêje.

Hostekarekî ciwan ê dengbêjiyê

Bawer Kilinç, sala 1990´î li gundê Pêçarê yê ser bi navçeya Amedê Licê ji dayîk bûye. Malbata Kilinç, sala 1993'an ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ji gundê xwe koçber dibe û li Amedê bi cih dibe. Bawer tevî malbata xwe ev 21 sal in li Amedê dijî. Ji ber ku bi zimanê tirkî nizanîbû Bawer di dibistanê de gelekî zehmetiyan dikişîne. Ji ber vê yekê jî dev ji dibistanê berdide û careke din qet naçe dibistanê. Her wiha Bawer di 10 saliya xwe de ji ber ku li nava malê her tim li stranan û klamên denbêjiyê dihat guhdarî kirin, fêrî dengbêjiyê bû. Bawer her çiqasî bi şêwezarê kurmancî nizanibe jî heta niha ji dehan zêdetir kilamên dengbêjiyê ji ber kirine û weke pisporekî van kilaman dibêje.

"Bi kilaman bi dîroka Kurdan hisiyam"

Bawer Kilinç, der barê eleqeya xwe ya ji bo dengbêjiyê de dibêje, ew bi kilamên dengbêjiyê  fêrî çand û dîroka kurdan bûye û wiha dipeyive: "Dema ku ez li dengêjan guhdarî dikim komkujiya Helebce, zilma li ser Kurdan tê bîra min. Wê demê ez dizanim ku dîroka gelê Kurd bi êş û elem derbas bûye. Gelek çaran jî dema ku ez li kilamên evîniyê guhdarî dikim, ez bi eşqa rasteqîn û bêhempa dihisim."
Kilinç, dide zanin ku heta niha tu caran ji muzîkên nûjen hez nekiriye û li wan guhdarî jî nekiriyê û weha dipeyive "Hevalên min tev li muzîkên weke pop, reqs û yên din guhdarî dikin. Lê ew muzîk qet bala min nakişînin. Ez her tim berê xwe didim mala dengbêjan û bi dilê xwe distirêm. Gelek caran hevalên min ji ber ku ez dengbêjiyê dikim henekê xwe bi min dikin. Lê min tu carî bi ya wan nekir û her tim distirêm."

'Dengê Şakîro hêzê dide min'

Kilinç îfade dike ku di deh saliya xwe de dest bi lêdana bilûrê kiriye û bi kêfxweşiyeke mezin li bilûrê dixe. Kilinç dibêje, her tim li kilam û stranên dengbêjên navdar guhdarî dike û ji dengê wan hêzê distîne û wiha pê de diçe: "Li mala me her tim li stranên dengbêjên navdar Şakîro, Kazo, Huseynê Farê û gelek dengbêj tê guhdarîkirin. Heskirina min a li hemberî dengbêjiyê jî ji ber vê yekê ye. Ez bi gelemperî li stranên Şakiro guhdarî dikim. Bi rastî jî dema ku ez dengê wî dibihizim hêzeke mezin dikeve dile min." Kilinç, di dawiya axavtina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku bila xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin û wan guhdar bikin. 

DÎHA/AMED