Li Mala Kurda bi tevlîbûna hunermend û hunerhêzan mijara Dengbêjiyê hat vegotin. Semîner bi moderetoriya Hunermend Şemdîn û semînêrdar Hunermend Seyîdxan û Rêveberê Enstîtuya Kurdî Mîrhem Yîgît ve hate dayin.
Hunermend Seyîdxan li ser dîroka dengbêjiyê sekinî û got; "Derbarê dengbêjiyê de di rûpelên dîrokê de belgeyên xurt tune ne. Ji ber ku di dîroka Kurdan de bi awayekî nivîskî nehatiye nivîsandin. Ji nivîsê bêtir, gotin bi pêş ketiye. Bi pêşketina gotin, pêşketina ziman û her wiha pêşketina dengbêjiyê bi xwe re aniye. Dîroka dengbêjiyê bi dîroka gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê divê mirov li dîroka gelê Kurd binêre“. 
Hunermend Seyîdxan keta nav dîroka Kurdî a berî zayînê di 600'î de û got; "Em dengbêjiyê di jiyana Kurdan de her dem dibînin. Hunermendên her demî ne. Deng didin helbestên Feqiyên Teyran. Dibe derwêş ji bo mewlûda Meleyê Cizîrî. Di bin evindarê mîna Mem û Zîn, mîna Derwêş û Edûlê û mîna Binevşa Narîn û Cembelî. Çiya bi çiya digerin, ji Sîpan û Araratê heta Engîzek û ji vir xwe berdidin Cûdî, çiyayê Şengalê. Wek gulekê tu çiqas bêhn bikî, ev qas bêhn dide. Tu çiqas wan guhdarî bikî ev qas jî distrên. Civata xweş û geş dikin, şahiya mezin dikin. Dostê evîndaran e. An li gundekî li mala şivan dibin şivan, li mala mîr dibin baş mêvan. Li ku bin karê wan strandine. Warê wan tûrikê kilamê wan in. Ma xanê bela sebeb negotiye “deng bide dengê dengbêjan”, feqî bela sebeb geh çivîkan guhdarî nekiriye, geh dengbêjan“.


Çavkaniya dewlemendiya Kurdî
Piştî axaftina Seyîdxan, Mîrhem Yîgît jî li ser dengbêjiyê nerînên xwe wiha parve kirin:“ Di aliyê wêjeya devkî de şaxê destan û dengbêjiyê de Kurd heta tu bê bes dewlemendin. Lê mixabin ji ber ku nebûne arşîv ango nehatine nivîsandin, ev dewlemendî tenê di deng de asê mabû. Lê piştî xwe nasîna gelê Kurd êdî xwedî derketin bi her awayî mimkun e. Dewlemendiya destan, çîrok û stranên Kurdî li gel kêm gelan heye. Ji bo vê Celadet Bedirxan dibêje:'Di Rojhilata Nêzîk de, folklora tu gelan nehiştiye ya Kurdan.' Dengbêj; arşîveke zindî, kitapxaneyeke gerok, gula civatan, xeleka nav herêman, eşîr, bavik û ezbetan, aşiq û evîndaran, çand û kultura gel û welatê xwe ne. Ew li aliyê din têkoşer, ajîtator û propagandeistê peyv û gotina Kurdî ne. Hezkirina Kurdî bi riya dengê dengbêjan, di awaz û qîrînên dengbêjan de di nav cil û nifşên Kurd de bela dibe, digere û mirov himbêz dike. Ne ev bi tenê dengbêj; bi derece û nisbeta dewlemendiya repertuara xwe, tempo û performansa xwe dibe avakarê nasnemeya neteweyî, dibe avakarê wêje û zimanê neteweyî jî. Ji vê awirê em Kurd di asteke bers û bilind de deyndar û rêzdarên dengbêj, kilambêj û stranbêjên Kurdan in“.
Piştî axaftinan bi stranên Hunermend Şemdîn, Bertî Wargêr, Tova Efrînî û Jinên dengbêj ê Tev-Çandê semîner bi dawî bû.

Nerînên dengbêjan
Tova Efrînî: Ez dixwazim  vê kevneşopiyê ji zarokê xwe re bihêlim.. Xebateke pîroz e. Parastin û xwedî derketina ziman û welat di rêka dengbêjiyê re çê dibe. Pêwiste jina Kurd, di hunerê de, di siyasetê de xwe piçûk nebîne, di her awayê jiyanê de liber xwe bide. Dengbêjî zimanê Kurd tîne. Tiştê ku ez distirim zarokên min jî dibine şopvanê min. Hêviya min ku her jin zarokên xwe mîna xwe li ser zimanê xwe mezin bikin.
Bêrtî Wargêr: Bingeha muzîka Kurdî ji dengbêjiyê hatiye. Lê van salên dawî hinekî tarzên din ê muzîkê anîne kirine nav dengbêjiyê, tiştekî ne rast dibînim û ez li dijî vê me. Arabeskî, rap û pop û hwd. Bi tevlîhevkirina van tarzan dengbêjî nabe. Bi navê modernizmê, dengbêjiyê ji bingeha wê dûr dixin, dejenere dikin. Bi vî awayî ji bo nifşê nû ne nimuneke bas e û bi vî awayî jî dengbêjî wê were jibîrkirinê.

EVÎN AKSOY/KOLN