YAŞAR AKSÛ / ANF/ÊLIH

Dengbêj Evdilezîzê Koçer got, "Divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi kilamên xwe bikin belge." Û bang li civata dengbêjan kir ku reseniya berheman xera nekin.

Dengbêjî weke wêjeya devkî ya dîroka Kurdan tê dîtin. Dengbêj Evdilezîzê Koçer (Abdulazîz Şîmşek) qala dengbêjiyê kir.

Koçer diyar kir ku dengbêjî ji bo wî gelekî hêja ye û got, "Pirraniya mirovên niha ji tehma vê yekê bêpar in. Mehrûm dibin, ji ber ku her kilameke dengbêjan dîrok e, dîroka me ye. Bi dengbêjiyê re gelek bûyer û kesayetên girîng ên gelê Kurd, mîna; Geliyê Zîlan, Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî tên nasandin. Dengbêjî eşq e, şer e, berxwedan e, dîrok e, wêje ye. Ji ber vê yekê dengbêjî ji bo min hunerek e ku nirxê ê nayê pîvan."

Mamhosteya dengbêjan

Radyoya Êrîvanê

Dengbêj Koçer got, "Di dema zarokatiyê de radyoya me timî li ser frekansa Radyoya Erîvanê bû. Bi kêf û kelecaneke mezin me lê guhdarî dikir. Her ku dengê dengbêjekê/î jê dihat, em li dora radyoyê diciviyan. Wê wextê, ez 15 salî bûm. Piştî ku teyp û kaset derketin, me êdî kaset ji xwe re peyde kirin. Qîmeta dengbêjan wê demê zêde bû. Heger li malekê dengbêj hebûya, ew mal vala nedima. Dengbêjên niha mîna wê wextê nikarin berheman biafirînin."

Şîfa û derman e

Koçer got, "Ez bawer dikim ku her Kurd dema ji dil li dengbêjekî guhdarî bike, wê kilam bandorê lê bikin û got, "Ji ber ku ev huner bi taybetî hunerê Kurdan e. Wê di her stranê de parçeyekî ji xwe bibîne, yan jî xwe di nava kilamê de bibîne. Bi vê wesîleyê Meryem Xan, Kawîs Axa, Mihemed Arîf Cizrawî, Hesen Cizrawî û gelek dengbêjên nemir bandor li min kir. Tevî van, ez klamên Keremê Milazgirî, Hiseynoyê Mûşî û gelek dengbêjên din dibêjim. Zêdeyî sed kilaman dibêjim, ku mîna şîfa û dermanê birînan e. Ji ber ku pê bawer im ku klam şîfa ye, şîfa xêrê ye."

Kobanê hê jî bê kilma xwe ye

Evdilezîzê Koçer bi bîr xist ku di çanda Kurdewar de dema ku li gundekî yan jî cihekî din mirovek dimir, yan jî dihate kuştin, bi mehan şîn dihate girêdan, kilam li ser dihatin gotin û wiha dewam kir: "Niha jî pêwîstiya me bi gelek kilamên dengbêjiyê heye. Divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bi kilamên xwe bikin belge. Divê em hilberînin. Mesela li ser Kobanê di nava mehekê yan jî du mehan de kilamek nikare bê afirandin. Bê afirandin jî wê kêm be, ne kûr be. Berhemek ji bo Kobanê bê çêkirin, divê bi salan kar li ser were kirin û naveroka wê bê dagirtin. Yanî kilameke ku cihekî xurt bide berxwedan û dîroka Kobanê divê bê amadekirin. Bi dîtina min, niha derfetên me zêdetir in ji bo afirandinê."

Bi dilsozî hilberînin

Dengbêj Koçer anî ziman ku dengbêjî hunerek e ku jidayikbûnê dest pê dike û got, "Bêguman niha gelek mirovên me yên dildarê dengbêjiyê hene, gelek ciwanên me hene ku dixwazin xwe di vî warî de perwerde bikin. Tevî astengiyên dewletê jî, saziyên me yên çandê û malên me yên dengbêjiyê hene ku dikarin perwerde û destekê bidin van mirovên me."

Di dawiyê de Dengbêj Evdilezîzê Koçer bang li civata dengbêjan kir û ji wan xwest ku reseniya kilaman xira nekin. Koçer got, "Heger reseniya gotinên kilaman bê guhertin, wê wextê wê dîroka me jî bê guhertin. Ev yek heqaret û xiyaneteke mezin e li dijî gel."