DENÎZ ÎKE / ANF/ÊLIH

Dengbêj Salihê Qubînî ji Misirca Sêrtê koçî navçeya Êlihlê Qubînê kiriye û li wir bi cih bûye, ev 58 sal in kilaman dibêje. Qubînî dibêje, dîrok, çand û zimanê Kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li ser xwe maye, û dengbêjên Kurd bi awazên xwe pêşengiya civakê dikin.

Dengbêj Salihê Qubînî (Yorulmaz) sala 1949'an li Misircê hatiye dinê. Qubînî ji malbateke dengbêj e û dengê bavê wî Sofî Yorulmaz bandor lê kiriye û di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye. Bavê Qubînî Sofî Yorulmaz ji ber dîndariyê gotiye, kilam gotin guneh e û dest ji dengbêjiyê berdaye. Lê belê dayik û birayê Qubînî yê mezin ev çanda qedîm dewam kirine.

Salihê Qubînî dema dest bi dengejiyê dike kilamên xwe yên pêşîn ji apê xwe Niyazî Yorulmaz fêr dibe. Ew gelek kilaman ji birayê xwe dengbêj Kasim Yorulmaz jî hîn dibe. Niha ev bûn 58 sal ku ew kilaman dibêje. Wî heta niha 4 albûm derxistine û di kilamên xwe de behsa evîn, serhildan, şereşgerî û lehengiyê dike.

Li ser şervanên azadiyê

dinihurîne

Salihê Qubînî, gelek kilamên dengbêjiyê li ser gerîlayên azadiyê jî gotien. Kilama yekemîn li ser gerîlayê azadiyê Luqman Yorulmaz e ku sala 1997’an li Sasonê di

şerê li dijî dagirkeran de şehîd bû. Salihê Qubînî, dema vê kilamê dibêje, dest û mimikên laşê wî dilerizin.

Salihê Qubînî li ser çanda dengbêjiyê dibêje, dîrok, çand û zimanê Kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li ser xwe maye: “Heger civak heta roja îro karîbe çanda xwe, hunerê xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin, ev bêguman bi rêya dengbêjiyê bûye. Gel hemû bi çandên xwe hene. Bi çanda xwe dikarin xwe îfade bikin. Mirov nikare civakeke bê çand tesewir bike. Ti gel bê çand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Mirov dikare her tiştî di nava dengbêjiyê de bibîne. Di dengbêjiyê de evînî, lehengî, serhildan, xweşikbûna xweza û welat hene.”

Kilamên dîroka milet

Dengbêj Salihê Qubînî dibîje, dîroka Kurdan di kilamên dengbêjiyê de ye: “Qîrîn, nivîsandin û her tişt di destê mirovan de ye. Dema ku mirov mereq bike û baş guhdarî bike, ew ê karibe bûyeran bike kilam û bibêje. Gelek kilmamên min hene. Kilamên min hemû jî rastiya jiyanê û bûyerên qewimî ne. Jiyana Kurdan dîroka Kurdan e. Di ruhê her Kurdekî de dengbêjek heye. Ji bo vê yekê divê her kes xwedî li dengbêjan derkeve û em çanda dengbêjiyê bidin jiyan kirin.”