Yek ji xalên bingehîn û sereke ku dihêle civak xwe li ser piyan bigre çand e. Di nava vê çand û civaka Kurdan de cihekî dengbêjiyê yê pirr girîng heye. Bêrîvan Sayin a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji bo vê dewra dengbêjiyê dibêje: "Bêguman çand jî di nava xwe de gelek beşan û rengan himbêz dike. Di nava wan de dengbêjî jî xwedî cihekî pirr girîng e. Jixwe, di hatina heta roja me ya îro ya çanda gelê Kurd de kedeke pirr mezin a dengbêjan û stranên wan yên çandî û dîrokî heye. Yên ku hiştine ev çand heta roja me ya îro dewam bike dengbêjî û dayikên êşkişandî ne."

 ‘Çand deng û rengê civakan pênase dike’

Bêrîvan Sayin der barê stranên dengbêjî û xwedî derketina li dengbêjiyê de dibêje, "Dema ku mirov dibêje, çand bêgûman gelek êş, jan, zor û zehmetiyên ku gel û civaka me ya Kurd pê re rûbirû bûne, tên bîra mirovî. Bêgûman xwedîderketina li çandê û parastina çanda xwe, erka me teva ye. Yên ku çand heta roja me ya îro anî jin e. Dema ku çand tê gotin ji axaftin, reng, deng û tevahî terzê jiyanê mirov çandê pênase bike wê rasttir be. Çand deng û rengê civakan pênase dike, ji birêveçûnê heta bi axaftinê, terzê jiyanê û bi sekna xwe, her yek ji wan çand û jiyana mirov dide diyarkirin. Dengbêjî cihekî xwe yê herî girîng di çandê de digire, yek ji tiştên ku çanda me heta roja me ya îro aniye, dengbêjî ye."

 ‘Em jin divê xwedî li çanda xwe derkevin’

Sayin bi bîr dixe ku ji du salan û vir ve dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha peyivî: "Dema ku ez diçûme dibistana seretayî, min stranên cuda digotin. Min stranên dengbêjiyê paşê bijartin lewma min ev çand ji malbata xwe wergirtiye, di heman demê de sedema bingehîn kombûna êşan e. Ez jî dixwazim bi riya dengbêjiyê êşên xwe îfade bikim, dema ku ez li dengbêjiyê guhdarî dikim yan jî dibêjim, kêm jî be bêhna min hinekî fireh dibe. Dema ku mirov dibêje dengbêj, tiştekî pirr biqîmet tê bîra min. Kêm jî be ez jî weke jineke ciwan bi deng, hest û awazên xwe dixwazim xwedî li vê çanda dengbêjiyê derkevim. Bêgûman gelek keda dengbêjên me yên mezin heye di parastina çanda me de. Weke jin û ciwan, ji me jî tê xwestin ku em vê çanda dengbêjiyê vejînin."

 ‘Jina Kurd çalak û jîr e’

Sayin der barê xwedî derketina li çandê û domandina dengbêjiyê de dibêje, "Yên ku herî zêde êş kişandî, jin in, lewma pêwîst e ku yên herî zêde li vê çandê û dengbêjiyê xwedî derkevin jî jin bin. Jixwe, jina Kurd jineke çalak û jîr e. Ev çalakî û berxwedan ji dîroka me ya çiyayî tê. Ji ber ku jina Kurd xwedî van taybetmendiyên bihêz û afrîner e. Jin dikare di gelek waran de bi ser keve. Jina ku karibe malekê birêve bibe dikare welatekî jî birêve bibe. Em weke jin, tişta ku ji me tê xwestin ew e ku bi xwe bawer bin, bi wê baweriyê çi erka dikeve ser milê me, bi awayekî herî baş û serketî bi cih bînin. Ez di wê baweriyê de me ku tekoşîna jina Kurd meşandî wê xwedî li çand û tekoşîna xwe derkeve. Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro jin bi gelek êş û êrîşên cûr bi cûr re rûbirû maye. Lê jinê bi berxwedan û têkoşîna xwe tevahiya êrîş û pîlanên li dijî jinan û civakê pûç kirin. Ji ber vê yekê jî yên ku destpêkê li vê çandê xwedî derkevin, divê jin bin."

  Dengbêjiya Derwêşê Evdê

Bêrîvan Sayin Derwêşê Evdê bi bîr dixe û dibêje, "Rast e ku gelek caran min stranên cuda jî gotine, lê her tim strana Derwêşê Evdê cihekî xwe yê cuda di dilê min de hebû. Dema ku ez dengbêjiyê dikim, beriya her tiştî koçberî, penaberî û bi taybetî birayê min yê şehîd tê bîra min. Tişta ku bi salan e bi min re mayî ez dixwazim ku bi van êşên xwe li ser gora birayê xwe bilorînim û êşên xwe îfade bikim. Dema ku ez dengbêjiyê dikim, kêm jî be dilê min hînik dibe. Dibe ku her tim mirov nikaribe hest û êşên xwe îfade bike, ji ber wê, ez gelek caran bi gotina stranên dengbêjiyê dixwazim hest û êşên xwe bi lêv bikim. Jixwe, dema ku mirov van êşên xwe tîne bîra xwe, hestên mirov ji bo xwedî derketinê xurttir dibin. Ez jî weke jineke ciwan, bang ji tevayiya jinan dikim ku, li çand, dîrok, kul û êşên xwe xwedî derkevin. Dema ku dîrok, çand hatine jibîrkirin wê dengbêjî jî winda bibe. Lê weke jin, pêwîst e ku em rê nedin vê yekê. Çanda ku bi salane dijminêm me xwestine wê bin ax û winda bikin, em careke din vejînin û nû bikin."

Bêrîvan Sayin di dawiyê de bi dengê xwe yê zelal stranek diyarî birayê xwe yê şehîd û dayîka xwe ya êş kêşandî kir, û klama Derwêşê Evdê diyarî şervanan kir.  


HESRET AMED / RONAHÎ URFA / ROJNEWS / MEXMÛR