Dengdana Iraqê dest pê kir
Hilbijartinên giştî yên Iraqê doh bi dengdana endamên hêzên ewlekariyê dest pê kir, sibe jî hilbijartinên giştî hene. Li temamê Iraqê lîsteyên aram û herî kêm binpêkirinên qanûnê li wan dide der jî lîsteyên Kurd in.
Dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê ji bo hêzên pêşmerge, polîs, asayiş, dij-teror, karmendên hêzên ewlehiyê giştî, girtiyan welatiyên Iraqê yên derveyî welêt doh dest pê kir. Hilbijartinên giştî wê sibe ango 12’ê Gulanê pêk werin.
Dengdana hêzên ewlehiyê ya ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê, doh heta saet 18:00’an dewam kir.
Partiyên siyasî yên Kurd jî ji bo hilbijartinên giştî ku sibê wê pêk werin, zend û bendên xwe badan. Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ), doh di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Xanesorê bi gel re civiya. Gelek kes beşdarî civîna gel bûn û ji bo hilbijartina 12’ê Gulanê kar û wezîfe hatin parvekirin.
Pêşîgirtina li dek û dolaban
Li Dihola, Borik, Sinûnê, Xanesorê û Şengalê, li dijî dek û dolabên di hilbijartinê de, kesên li ber sindoqan bin hatin diyarkirin. Diham Şengalî diyar kir ku PADÊ ji bo lîsteya 169’an hilbijêrên xwe wezîfedar kiriye û ji bo parastina sindoqan jî wezîfedarên xwe perwerde kirine.
943 hezar kesan deng da
Di dengdanên doh de li Iraqê û herêma Kurdistanê mafê 943 hezar kesan hebû ku dengê xwe bidin û 179 hezar ji van li Herêma Kurdistanê ne.
Ji bo dengdêrên ku doh û îro li Iraqê û Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin, hezar û 79 navend hatine amadekirin.
Dengdanê danê sibehê dest pê kir, lê belê destûr ji nûçegihanan re nehate dayin ku dengdana hêzên ewlekariyê bişopînin.
Dengdêrên li derveyî Iraqê jî çûn ser sindoqan
Her wiha, dengdêrên li derveyî Iraqê jî doh karîn li 19 welatan dengê xwe bidin. Dengdêrên li derveyî welat wê li Urdun, Kanada, Tirkiye, Îran, Îmarat, Lubnan, Misr, Danîmarka, Hollanda, Ingilîstan, Elmanya, Emerîka, Swêd, Awustralya, Norwêc, Awusturya, Fînlandiya, Belçîka û Zelanda Nû karibin dengê xwe bidin.
Pirsgirêkên hatin çareserkirin
Berpirsyarê Ofîsa Hewlêrê yê komîsyona hilbjartinên Parlamentoya Iraqê, Elî Qadir doh li ser dengdana hêzên parastinê yên li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Elî Qadir got; “Dengdanên li Hewlêrê dewam dikin û bi awayekî sîstematîk birêve diçe. Pirsgirêkên di dema dengdanê de çêbûyîn hatine çareserkirin.”
Li Diyale Kurd bi 7 lîsteyan di nava pêşbirkê de ne
Di dema propagandayên hilbijartinê de, li parêzgeha Diyale, 500 binpêkirin ji aliyê lîste û hizban ve hatin kirin. Li gorî rêjeyê li Diyale Kurd ji lîste û hizbên din aramtir tevgeriyane.
Parêzgeha Diyale li navenda Iraqê ye. Li Diyale netewên Kurd, Ereb û Tirkmen hene. 5 navçe jî li ser Diyale ne. Bi giştî li Diyale mafê milyonek û 7 hezar û 930 kesan heye ku dengê xwe bi kar bînin. Ji vê rêjeyê jî 84 hezar dengdêr dikevin navenda navçeya Xaneqîn. Li bajarokê Qeretepe ya ser bi Xaneqînê jî 24 hezar dengdêr hene.
Li Diyalayê 7 lîsteyên Kurd hene
Li parêzgeha Diyale ji bo 14 kursiyên parlamentoya Iraqê 22 lîste û hevpeyman di nava pêşbirkê de ne. 7 hizbên siyasî û lîsta Kurd beşdar in. Ev lîste ji; “Nifşê Nû, YNK, Hizba Komunîst, Sosyalîst, PDK, Lîsta Nîştiman” pêktên. Ji vane bi giştî 354 namzet hene. Ji wan jî 257 zilam û 97 jî jinin. NAVENDA NÛÇEYAN