SELMA AKKAYA PARÎS Li semta Villier Le Bel a paytexta Fransayê Parîsê, mizgefta Şêx Seîd a ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) xizmeta Kurdistaniyan dike. Melayê mizgeftê, Şevket Çakir ku weke Mele Şewket li nav gel tê nasîn, ji me re behsa xebatên mizgeftê, meha Remezanî û hilbijartinan kir. Mele Şewket got, îsal divê Fitre û Sedeqe ji Kurdistanê û nexasim jî ji Efrînê re bên şandin û derbarê hilbijartinan de jî got, “Heger kesek karibe, divê dengê xwe bi kar bîne û kesên din jî razî û îqna bike”. Alîkariyê bişînin Kurdistanê Mele Şewket ji bo meha Remezanê got, “Ev meh ji bo wî ye ku mirov bi halê kesên din re hemhal bibin. Haydarbûna ji halê mazlûman, bindestan û bibîranîna wan e. Ji ber wê jî divê em sedeqeyên xwe ilehî bi rengekî bigihînin mirovên li Kurdistanê nexasim jî xelkê Efrînê.” AKP dîn îstîsmar dike Li ser hilbijartinên 24´ê Hezîranê Mele Şewket got, hikûmeta heyî hestên dînî yên xelkê îstîsmar dike û wiha peyivî: “Em dikarin bibêjin ku wan destûr neda ku Remezan weke Remezan derbas bibe. Hemû mirov li ber dîn, xwedî heman mafan in. Ne ji mafê kesî ye wan bixe yekdestdariya xwe. Hikûmeta heyî ji destpêkê ve dîn îstîsmar dike. Tevî ku her kes bi pêkanînên wê dibîne ku ji dîn dûr dikeve jî, Msilimanên ku wê ew xapandione, hîna pê bawer in û ev jî cihê daxê û xemgîniyê ye.” Deng bidin, xelkê qayîl bikin Mele Şewket li ser ferza rabûna li ber zimê jî fikra xwe wiha îfade kir: “Li cihekî zilm hebe, erka her kesî ye ku vê zilmê berteref bike. Nexasim ji bo bawermendan ev bivênevê ye. Divê ev mijar weke ‘Emrî Bilmarûf Nehyî Anilmunker (Fermana qenciyê, pêşîgirtina xirabiyê)’ bê nirxandin; û hingê jî rêya ji holê rakirina neheqiyê hilbijartin in. Her kes heger derfet hebe divê dengê xwe bide û kesên din razî û qanih bike. Di vî warî de hewldana zêde di aliyê dîn de îcbarî ye.” Ji bo xizmetên li Mizgefta Şêx Seîd jî Mele Şewket da zanîn ku ew li îbadetê vekirîne û daxwaza wan perwerdekirina zarokên Kurd e. Ew dide zanîn zarok têîn dersan û armanca wan zêdekirina hejmara van zarokan e. Wekî din di meha Remezanê de jî xwarina fitarê bi rêk û pêk didin.