Dengê azad nayê bêdengkirin

Haberleri —

Li bajarê Silêmaniyê xwendekarên zanîngehê, mamoste, çalakvanên civaka sivîl û welatiyan Serdeşt Osman bi bîr anî. Di merasîma bibîranînê de hate gotin, kes wê nekaribe dengê azad bêdeng bike.

Li ber deriyê Zanîngeha Silêmaniyê ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve, rojnamevan Serdeşt Osman ê ku hatibû qetilkirin, hate bi bîranîn. Di merasîmê de bi dehan xwendekar, mamosta û çalakvanên civaka sivîl amadebûn. Wan wêneyên Serdeşt Osman hildan.

Li ser navê xwendekarên zanîngehê, Elî Resûl daxuyaniyek xwend û got, “Em weke xwendekar, qetilkirina Serdeşt Osman şermezar dikin. Şehîdxistina dengên azad zêdetir me sor dike. Divê li hemberî kesên ku dengê azad dikujin, her kes xwedî helwêst be. Em li vir dibêjin, îradeya me ji van êrişan bihêztir e.”

Piştî daxuyaniyê pirtûka Serdeşt Osman li xwendekar, mamoste û welatiyan hate belavkirin.

Serdeşt Osman xwendekarekî kolêja Adab ya Zanîngeha Selahedînê ya bajarê Hewlêrê bû. Rojnamevan Serdeşt Osman di 4’ Gulana 2010’an de li ber deriyê zanîngehê bi roj hate revandin. Piştî wê bi rojekê cenazeyê Serdeşt Osman li nêzîkê Mûsilê hate dîtin. Li rexmê ku Dadgeha Hewlêrê ev bûyer weke bûyereke terorîstane jî bi nav kir û xwest kujer werin girtin. Heta niha kujerên rastîn nehatine girtin. Çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan, welatî û malbata Serdeşt Osman diyar dikin ku ew dixwazin kujerên rast yên Serdeşt werin girtin. Ji ber ku Serdeşt Osman rexne li malbata Barzanî digirtin, wisa tê hizirkirin ku li pişta kuştina desthilata Hewlêrê hebe. Gotareke wî ku pê bal dibir ser gendelî û malbatparêziya di nava desthilata Başûrê Kurdistanê de bi navê “Ez aşiqê keçika Barzanî me” derçûbû, û gelek kes difikirin ku ji ber vê gotarê rojnamevan Osman Serdeşt hatibe qetilkirin.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.