Ji derdanê def...
Mîroyê Qanat ê ku li Ermenistanê dijî yek ji bilûrvanên Kurd ên navûdeng e di bernameya Radyoya Dengê Rûsyayê ya ku ji aliyê Karîna Fetê Samî ve tê amadekirin de behsa huner û hunermendiya xwe kir. Mîro diyar kir ku wî ji zarokatiya xwe bala xwe daye ser hunermendiyê û bi tesîra bavê xwe ketiye ser vê rê. Bav ê min li zirnê û bilûrê dixist. Wî bi hostetiyeke mezin gelek tişt hînî min kirin. Mîro wiha got: “Me awazên sazmendiyê ji Radyo Kurdî ya Rewanî guhdarî dikir. Em li dora wê berhev dibûn, piştî guhdarîkirinê me stranên dihatin gotin dubare dikirin.Me derdana şîr ji xwe re dikir def û li binê wê dixist.”
Teknîk nikare çêbike
Mîroyê Qanat behsa taybetmendiyên bilûrê kir û got: “Ev saz li welatên Asyayê li pêş e. Mey û bilûr zêdetir ji hestiyên heywanan û darên cuda tê çêkirin. A girîng ew e ku bilûr dengekê çawa derxîne. Gelek welatan hewl daye ku bi teknîkê bilûrên nûjen çêbikin. Lê bi ser neketine. Ji ber ku ev deng dengekî otantîk ê xwezayî ye nabe ku ew hewldan bi ser bikevin.”
Mey aramiyê dide mirov
Mîro behsa gelek enstrumanên hilmdar kirin û wiha pê de çû: “Ez dikarim li bilûr, mey, fîq û zirneyê dixim. Ew hemû ji aliyê gelê me ve tên bikaranîn. Ew zêdetir hêmayên ayîn û îbadetê ne. Hemû li min xweş tên. Di şîn û şahiyê de dilê min dikemilînin. Zêdetir ez ji meyê hez dikim. Meqamên wê dilê mirov xweş dike û rehmê dixe nava mirov.”
Bilûrvan û meyvanê Kurd Mîroyê Qanat der heqê rewşa niha ya bilûrvaniyê de jî axivî û wiha got: “Berê gava televizyon tunebû, Kurd li odeyeke mezin berhev dibûn û serpêhat, çîrok û stran ji hev digotin. Sazbendî jî yek ji van karûbaran bû. Niha gelek amûrên ragihandinê hene û xelkê mijûl dikin. Lê heke mirov bixwaze mirov niha jî dikare çand û kevneşopiya xwe biparêze. Niha navendên Kurdan hene. Lazim e xebatên zindîkirina çanda Kurdî bên meşandin. Lazim e pêwendiyên ruhanî di nava gelê me de bên dewlemendkirin..”
AMED