Di wê demê de ku modernîteya kapitalîst huner bi hunerê, Kurd bi Kurdê sexte da kuştin, huner bû pere û manewiyat tinebûyî de, Mizgîn bû nefesek bû şêwazekî nû. Huner li qadên têkoşînê yên girîng ên tevgera azadiyê kire taca seriyan.

Aysel AVESTA

Gurbet Aydin bi nasnav Mizgîn di sala 1962´yan de li Batmanê tê dine. Gurbat Aydin di temene xwe yê 18 salî de tevli nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1983´yan ji bo karê hunerê û xebatên jinan, derbasî Ewrûpa dibe û di damezirandina Hunerkomê de bi awayekî aktîf cih digire.

Li cihanê her netewe, bi çand, dîrok û kevneşopiyên xwe ve tên naskirin. Nasnameya gelan bi çand, rêûresm û kelepora xwe, xwe dide der. Di bipêşxistin û parastina çand û hunera neteweyan de rola jinê bêguman gelek girîng e. Jin bi deng, fikir û hestên xwe çanda neteweya xwe dixemilîne. Di jîndarkirin û guhestina çanda neteweya xwe de xwedî erkeke gelek giranbuha ye. Ji ber ku ziman ew fêrî zarokê xwe dike, mamosteya yekemîn e.

   

Îlhama xwe ji xwezaya Kurdistanê girt

Jina Kurd ji destpêk heta roja îro me, ne tenê di warê dîrokî, civakî û siyasî de, di warê çand û hunerê de jî mîraseke giranbuha li pey xwe hiştiye. Ji aliyê şervanî û siyasî heta hunermendî, nivîskarî û helbestvaniyê gelek navên dîrokî hene ku di rûpelên dîroka Kurdistanê de cihekî bilind ji xwe re yadîgar hiştine. Lê bêguman, beriya her kesî dayîkên Kurd bi lorîkên xwe yên di dema hejandina dergûşa zarokên xwe gotine, bingeha muzîka Kurdî ya otantîk ava kirine. Hunera ku îlhama xwe ji xwezaya rengîn û bedewiya Kurdistanê girtiye. Stranên ku mîna deryayeke bêbinî heta roja îro jî ji me re bûne çavkaniya afirandina lawik, qesîde, beste, payîzok, beyt, heyran û bingehê hunera dewlemend a neteweya Kurd pêk anîne. Di nav hunera Kurdî de li gel navdarên nemir ên weke Meryemxan, Eyşe Şan, Gulbahar û Fatma Îsa, bi dehan dildarên azadiyê jî bi deng û evîna xwe ya bi rûmet û azad di nav rûpelên dîrokê de cihekî pirr hêja girtine. Mîraseya ku van cewheran li pey xwe hiştiye ji ciwanan re bûye kaniyeke bêdawî. Zarokên ku bi deng û awazên van jinên hunerwer û leheng mezin bûne, îro li pêy rêça wan dimeşin û vê çanda bedew zindî digrin.

   

Di damezirandina Hunerkomê de cîh girt

Di dîroka tevgera azadiya gelê Kurdistanê de gelek hunermendên navdar bi sekn û kesayetiya xwe di çand û hunera Kurdî de bûne mînak. Yek ji wan lehenga şereşger, hunermend û fermandar Gurbet Aydin bi navê xwe yê şoreşgerî Mizgîn e. Hozan Mizgîn di sala 1962´yan de li Batmanê tê dine. Gurbet Aydin di temene xwe yê 18 salî de tevlî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1983´yan ji bo karê hunerê û xebatê jinan derbasî Ewrûpa dibe û di damezirandina Hunerkomê de bi awayekî aktîf cihê xwe digire. Hozan Mizgîn li aliyekî xebatên çand û Hunerê dike, li aliyê din jî xebatên bi rêxistinkirina jinan dike. Her wiha yek ji damezirênerên Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) ye. Bi dengê xwe wê bi çeka xwe, bi uslûba xwe û bi keda xwe ya bêdawî di dilê gelê Kurd de şopên nayên jibîrkirin, hiştin.

Dengê heqîqeta Kurd

Mizgîn di demekê de ku çanda Kurd a resen dihate asîmîlekirin, li şûna wê çanda arabesk û pop li civaka me dihat ferzkirin, têkoşiya li dijî hemû qirrkirina çandî di nava tevgera azadiyê de Kurd ji nû ve bi dengê xwe vejand. Di wê demê de ku modernîteya kapitalîst huner bi hunerê, Kurd bi Kurdê sexte da kuştin, huner bû pere û manewiyat tinebûyî de, Mizgîn bû nefesek bû şêwazekî nû. Hunera ku hundirê wê vala û ji rastiya wê dûr xistin, li qadên têkoşînê yên girîng ên tevgera azadiyê kir taca seriyan.Hevrêyê Sefqanan, Hogiran, Delîlayan û Yektayan bû… Bi berhemên afirandî, bû taca serê wan kesan ku çavkaniya moral û coşê ya jiyana azad û çanda demokratîk-komunal in.

Dizanî çawa mirinê di dilê xwe de bikuje

Mizgin bi awaza xwe ya zelal agirê destana azadiyê weke çemê Muzir, Dicle û Firatê herikand nava dilan û bû navê jiyana herî çeleng. Dengê jiyanê geş kir, bêyî ku ji mirinê re bibêje, ”ez bi binketî me”. Wê dizanî çawa mirinê di nava hemû hêza dilê xwe de bikûje. Dema li ser dikên hunerê dîlan dikir, ew dîlana azadiya kurdan bû. Dema wê distra, êşa hezarên salan dianî ziman. Ew deng, dengê heqîqeta Kurdan bû. Dengê azadiyê bû. Rast e navê wê Mizgîn bû lê ew bi xwe jî mizgîniya berbanga azadiya jinên Kurd bû. Li xwe geriya, dîroka jina azad dît. Êdî dema qîrkirinê hatibû. Ne bi deng, bi can û hemû hebûna jiyanê. Lewma, wê berê xwe da meydana cengê. Ew qîra xwe di nava semaya agirê azadiyê de gihande hemû dilan. Quncikên tarî ji xwe şerm kirin. Ew jî bû tîrêjek Rojê ku ronahiya wê nayê vemirandin. Qelişand perdeya ewrên tarîtiyê ku kenê xwe bi ronahiya wan dikir.

Ji jiyanê re strana azadiyê got

Wê çarenûsa welatekî û jinên hêvîdar nivîsand. Bi agirê xwe çîroka azadiya gelan neqişand. Ne çûk, ne jî çivîk bûn heyranê wan awaz û dengan; xweza jî direqise li ber, wenda dike hemû xemên bêhêvî. Ew jina ku ji jiyanê re strana azadiyê gotiye. Bi kilama xwe yên “Lo hevalno”, “Çemê Hêzil”, “Gundîno Hawar” û Newroz cejneke heja ye” bû qîrîna gelê xwe. Hozan Mizgin di 11ê Gulana 1992´yan de li gundekî Tetwanê, di biserdegirtineke leşkerên Tirk de ji bo dîl nekeve destê leşkeran, bombeya xwe bi xwe de diteqîne û şehîd dibe. Mizgîna leheng bi fizîkî ji nav hezkiriyên xwe koç kir, lê ew bi deng, awaz û lehengiya xwe ya fermandeyî dijî.