Dengê Heftenînê: Amara Roj
ROPERÎ HARÛN
ANF/HEFTENÎN
Dewleta Tirk a qirker û înkarker bi her awayî derdê xwe tinekirin û kokqelandina Kurdan e, û ji bo vê jî her rê û rêbazê diceribîne.
Li gorî dewletê modela herî baş a Kurd ew e ku Kurd bi navê Kurdîtiyê bîra tiştekî nebe. Sedema hovîtiya ku sala 2015’an di dema berxwedana xwerêveberiyê de û ya piştî wê rû da ev bû. Lê zarokên rojê her berê xwe dan Çiyê û li lûtkeyan bêhna azadiyê kirin. Yek ji van zarokan jî Amara Roj bû. 19’ê Hezîranê li ser girê Qesrokê yê qada Partîzan şehîd bû. Li navçeya Melezgir ê Mûşê ji dayik bû. Mîna gelek ciwanên Kurd li pêşberî neheqî, zilm û zexta li ser welatê xwe bêdeng nema, biryar da ku bibe hevrêya ciwanên Kurdistanê yên di oxira doza pîroz de şehîd bûn.
Amara Roj sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê bû. Li ser sedema tevlîbûna xwe wiha digot: “Xizmekî me 15’ê Sibatê li zindanê ji bo Rêbertî bedena xwe da ber agir. Bawerî û îradeya wî gelekî bandor li min kir. Tevî vê yekê şoreş û şerê li Rojava berê min da nava refên azadiyê. Hevrêtî û keda li nava jiyana gerîla bi her awayî bandor li min kir.”
Amara ya Serhedî ji Serhedê bû. Yek ji xisleta wê jî ew bû, qirikeke wê ya serhedê hebû. Dengbêjeke baş bû. Wê ji bo hevrêyên xwe yên şehîd distira. Bi stranên xwe her kes li dora xwe dicivand. Bi dengê xwe yê pak û ji dil dibû dengê şoreşê.