
Bilûr ku weke amûra şivanan û carinan jî refîq û hevalbendê dengbêjiyê tê zanîn, û mirovan aram dike, li Rihayê bi destê Ahmet Ateş bi gewde dibe. Qamîş gav bi gav û qonax bi qonax di destê vî hostekarê bilûrê, Ahmet Ateşî dibe bilûr. Ahmet Ateş dibêje, bilûr hem nefesê terbiye dike û hem jî deng diparêze. Bi her halî, bilûr bi newaya xwe ya taybet rihê mirov bi aşî û aşîtiya manewî dihisîne û heta pê ji bo demeke kurt jî be şa dike; dike ku rihê me li yekê ji wan kêm guherên li ber bîra me ya bi ezmûnên ferdî û civakî teşegirtî, mexel bibe.
Amûra mûzîkê û hunerê terbiyekirina deng e bilûr û ji qamîşê bi destê hostekaran tê çêkirin. Bilûr yek ji amûrên muzîkê yên ji qamiş e û bi henaseya mirovî jî deng derdixe. Li Gola Masiyan a Rihayê, hostekarê bilûrê Ahmet Ateş ê 31 salî kargeriyeke amûrên muzîkê vekiriye; ha li vê karheriyê li ser dezgehên xwe bi çêkirina bilûrê balê dikişîne ser xwe. Ateş, bi qamişên ku ji ser Derya Spî tîne, bilûrê çêdike. Ateş, ev 12 sal in karê çêkirina bilûrê dike û bi hunerê çêkirina wê re elaqeder dibe.
Hem çêdike û hem lê dixe
Ateş, hem bilûrê çê dike û hem jî li bilûrê dixe. Ateş têkildarî çêkirina bilûrê û elaqeya li hemberî bilûrê got, dema nefes û qamişa hatiye terbiyekirin dibin yek, sewt û awaza ku mirovan mest dike derdixe. Ateş, destnîşan kir ku bilûr hem hunerê bi teşekekirina qamişe û hem jî terbiyekirina nefes û henaseyê ye. Ateş, anî ziman ku bilûr bi qamişên li avzêman tên çêkirin û wiha peyivî: “9 qulên bilûrê hene. Qamişên ku bi kêrî vê pîvanê tên, bi wan bilûr tê çêkirin. Qamişên ku tên amadekirin nêzîkî du salan di odeyekê de dimînin da ku hişk bibin. Pişt re bi agir qamiş tên rastkirin û nîveka wan tê valakirin. Akorda bilûrê, dema ku tê çêkirin, tê eyarkirin. Bilûr ji 6 parçeyan pêk tê. Valakirina nava qamîşê divê piştî li ser agir germkirina wê be. Heger em Bilûra stêrk çêkin, divê dirêjbûna wê 66 santîmetro be. Em bi pifkirinê akorta bilûrê çê dikin. Bilûr ji parçeyên Neva, Nîm-hîcaz, Çergah, Segah, Kurdî, Dugah pêk tên. Piştî me cihê perdeyan diyar kir, em qulikan di qamîş de vedikin. Em bi amûrê aqordê, deng eyar dikin. Hunerekî pir zor û zahmet e. Neyên ku bi taybetî li ser daxwazê tên çêkirin jî hene, li gorî qalîteya qamîş, buhayê wan di navbera 150 û 500 lîreyî de ye. Em difiroşin derveyî Tirkiyeyê jî.”
Nâ ya sumerî ye bilûr
Ateş anî ziman ku dîroka bilûrê heta beriya mîladê (BM) 5 hezar salan diîe û wiha peyivî: “Bilûr di serdema Sumeran de jî hebû. Di merasim û şahiyên olî de lê didan. Bilûr ji baspare, parazvane û qamîş pêk tê. Ji zimanê Sumerî navê wê derbasî Farisî bûye. Nâ bûye Ney, Navê wê yê berê ye. Bi zimanê Erebî ji hemû amûrên bi nefes re dibêjin “mizmâr ” Niha bi tirkî jî dibêjin “ney”.”
Qamîş ji Hatay û Edenê tîne
Ateş, anî ziman ku qamîş ji Edene û Hatayê tîne û got, “13 cureyên bilûrê hene. Her qamîş nabe bilûr. Qamişê avê dema hêj kesk û şîn be tê birîn. 2 salan dê parastin û piştî hişk dibe, li ser agir tê ziwakirin. n MA / RIHA