Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 63’yan de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek hepsan jî çalakiyên greva birçîbûnê bi beşdariya 156 hepsiyan didome. Li hepsa Tîpa M a Êlihê, koma 5’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji bo 10 rojan dewr girt. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Îlyas Tarim ku li hepsan hevdîtin bi girtiyan re kir, pêkanînên li hepsan nirxand.

 Daxwaz bidawîkirina tecrîdê ye 

Tarim, balkişand ser rewşa hepsiyan û got, “Li hepsa Tîpa M a Êlihê, piştî di çapemeniyê de derket ku hepsî di greva birçîbûnê de ji yên din hatine veqatandin. Em bi awayekî bi rêk û pêk hevdîtinê bi girtiyan re çêdikin û rewşa wan a tenduristiyê û daxwazên wan dişopînin. 3 sal in bi navê fealiyetên civakî tiştek tine ye. Lê belê tevî hemû zext û zoriyan jî niha di rojeva girtiyên siyasî de tenê bidawîbûna pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye heye.”

Xwe li bêdengiyê danîne

Parêzer Îlyas Tarim, di dewamê de got, “Çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyên demokratîk in û divê hemû parêzvanên mafên mirovan dengê xwe li dengê hepsiyan zêde bikin. Îqtîdarê xwe li bêdengiyê daniye. Li Îmraliyê pergaleke tecrîdê heye û ev pergal bêhiqûqî ye. Li gorî hiqûqê Birêz Ocalan di statuya hikûmxwariyan de ye. Divê hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re çêke. Astengkirina hevdîtinê derî Destûra Bingehîn e. Divê di serî de parazvanên mafên mirovan û bi giştî jî rêxistinên civaka sivîl li hemberî vê bêhiqûqiyê derkevin.”

 

MA/ÊLIH