
Yelda Abbasî ji wan hunermendan e ku bi hunera xwe di têkoşîna Kurdan de çeperên nû yên saxlem ava kirine. Abbasî li ser mijara têkiliya têkoşîn û hunerê de got: “Gerîlayên jin şer dikin. Ez jî bi hunera xwe destekê didim wan. Ez şerê xwe wisa dikim. Ez têkoşîna xwe bi hunerê dimeşînim.”
Yelda Abbasî ku di çarçoveya 2’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd de hat Stenbolê û konser da, ji Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) re peyivî. Wê behsa wê yekê kir ka çawa dest bi muzîkê kiriye, ka dixwaze di muzîkê de çi bike û hizra xwe têkildarî cihgirtina jinên Kurd a di muzîkê de jî jibîr nekir.
Çawa dayika mirovî di gelek mijaran de tesîrê li mirovî dike, ya Yelda jî di hunera wê de jî tesîr lê kiriye. Yeldayê diyar kir ku dayika wê bûye wesîle ku ew dest bi muzîkê bike û weha behsa xwe kir: “Dayika min ji min re stran digotin. Min di 5 saliya xwe de dest bi gotina stranan kir. Min di 11 saliya xwe de jî li dotarê da. Dayika min jinek bû ku dixebitî û kedkar bû. Cil û berg diduritin. Ji tecrûbeyên wê, ez jî fêr bûm, bûm xwedî ezmûn. Niha ez cilê xwe didirûm. Bê guman min muzîk îcra kir û tecrûbeyên min wê demê ketin ser hev. Dema stranan dibêjim, ez li wan dem û zemanan vedigerim. Ez li nav rûpelên dîrokê dikevim û dibêjim çi hatiye serê me Kurdan, ez dibêjim, 100-200 salan çi bûye, çi qewimiye.”
‘Gerîlayên jin bi şer, ez bi dengê xwe têdikoşim’
Yelda Abbasî da zanîn ku ew stranên xwe weke hêzekê dibîne û weha li ser babetê pê de çû: “Têkoşîna jinan jî di stranên min de xwe dide hîskirin. Li Kobanê şerek heye. Jin û mêrên Kurd şer dikin. Şehîd dibin. Stranên min ji wan re bû hêz. Ji bo ez bibêjim, dilê min bi we re ye min stranê xwe gotin. Gerîlayên jin şer dikin. Ez jî bi hunera xwe deng didim wan. Ez şerê xwe weha dewam dikim.”
Yelda Abbasî destnîşan kir ku ew têkoşîna xwe bi hunera xwe dike û got, şer dilê wê diêşîne, êdî naxwaze dîmenên şer bibîne. Yelda Abbasî got: “Bila her çar parçeyê Kurdistanê bibin xweh-bira. Bila hev biparêzin. Ne tenê bo êşa Kurdan, bila ji bo hemû êşan aştî û huzûr hebe.”
‘Ez xwe di demên qedîm de dibînim’
Yelda Abbasî li ser girîngiya hunera bi destê jinê kir ûgot: “Ez dixwazim ji jinên Kurd komeke muzîkê ava bikim. Ez pirr dixwazim. Hejmara jinên Kurd ên profesyonel di warê muzîkê de perwerde bûne, pir kêm e. Jinên di komê de ligel min dixebitin, Fars in. Muzîka Kurdî pirr diecibînin. Ji min re dibin alîkar. Muzîka Kurdî gelekî xurt e. Ez xwe di demên qedîm di salên 400-500’î de dibînim. Çi hatiye serê jinên Kurd, hatiye serê malbata min, ez dibînim. Ji ber ku muzîka Kurdî dîrok e.”
Yelda Abbasî got. ew stranan xweş dibêje û helbestên xwe dixwîne, lê bi qasî dayika xwe nikare bi Kurdî biaxive û got: “Ji ber vê, ez zimanê xwe qels dibînim. Divê ez li ser zimanê dayika xwe bixebitim. Ez li welatekî weke Îranê jineke gelekî xurt im. Ji bo ez asîmîle nebim ez bi ziman hatim terbiyekirin. Ez ji hêza dayika xwe xwedî dibim.”
‘Yelda û dayika xwe wekî din kes tine’
Dayika wê Roya Yelda jî behsa rabihuriyê kir û got: “Kurdistan parçe parçe kirin. Em surgunê Xoresanê kirin. Kes bi hebûna me ne agahdar bû. Lê dengê Yeldayê kir ku cîhan bi me bihise. Dengê min jî dide bihistin. Li Îranê 25 sala dengê min derneket. Destûr nedan ez stranên xwe bibêjim. Lê Yeldayê em gihandin armanca me. Ne sponsor û ne jî menajerê Yeldayê heye. Yelda û dayika xwe… wekî din kes tine..”
Yelda Abbasî kî ye?
Yelda Abbasî Kurdekê ji Xorasana Bakur a Îranê ye. Bi piştevaniya diya xwe 12 saliya xwe de dest bi muzîkê kir. Di stranên xwe de êş û elema gelê Kurd vedibêje û her wiha bikarnîna deng û hin enstrumanan di muzîka Kurdî de xwedî şêwazekî cihêreng e. Wê sala 1999´an dest pê kir û fêrî lêdana dotarê bû. Hoseteyên mîna Macd Ehemdî, Remezan Berdarî, Muhemed Yegane ders danê. ew niha li ber destê Hoste Mîtaqî perwerdeya xwe dewam dike. Di warê solo lêxistina dotarê de wê gelek xelat jî bi dest anîne. Ew bi dayika xwe re dixebite û albûma xwe ya yekem sala 2010´an weşand.
JINHA/STENBOL