Bulbulê gelê Ermenî û Kurdan Aram Tîgran ku di 9’ê Tebax ê sala 2009'an de jiyana xwe ji dest da hê jî bi stranên xwe di dilê Kurdan de dijî. Tîgran jî wekî Karapetê Xaço(1900-2005) yê Ermenî ku bi stranên Kurdî tê nasîn, di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe girt. Aram Tîgran di 15'ê çileya 1934'an de li bajarê Qamîşloya Rojava di nav malbateke Ermenî de çavên xwe vekirin. Ji ber Komkujiya Ermenîan malbata Tîgran di nav malbatên Kurd de jiyan kir û bi çanda Kurdan mezin bû. Tîgran, her tim xwe deyndarê Kurdan dît, şîreta bavê xwe ya "Kurê min qedir û qîmetê gelê Kurd bizanîbe. Kurdan ji bîr neke. Kedeke mezin yê Kurdan li ser min heye." ji bîr nakir û bi cumbuşa xwe di nav muzîka Kurdan cihê xwe girt. Bavê wî Tîgran Sakoyê Mêlo bi esla xwe ji Ermeniyên navça Pasorê ye ku beriya Komkujiya Ermenîan rûniştvanê gundê Beimde (Kigrvank) yê girêdayî bajarê Farqînê li bakurê Kurdistanê bû. Di Komkujiya Ermenîan de gelek xizmên Aram hatin kuştin, lê bavê wî ji komkujiyê bi alikariya Kurdan filitî.


Bi hunera xwe hêz da Kurdan

Aram, di 6 saliya xwe de dest bi lêdana enstrumana mûzîkê kir û waneyên xwe ji bavê xwe girtin. Li gorî meqamên Kurdî yên mûzîkê xwe perwerde kir. Konsera xwe ya yekemîn jî di sala 1953'an de da. Di sala 1966'an de bi malbata xwe ber bi Ermenîîstanê çû û li Radyoya Erîvanê di beşa Kurdî de dest bi xebatan kir. Di nav mûzîka Kurdî de beşek nû vekir û di nav demeke kurt de bi stranên xwe di nav dilê Kurdan de cihê xwe girt. Tîgran, di sala 1995'an de ji welatê xwe veqetiya û çû Ewropayê. Li Ewropayê Têkoşîna Tevgera Azadiyê baştir nasî û bi hunera xwe wek mîlîtanek xwe tevlî şoreşa Kurdan kir. Bi dengê xwe êş, elem, azar û têkoşîna Kurdan a li hember koletiyê vegot. Di sala 1997'an de jî diçe mêvandariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Dema diçe hevjîna xwe Sîrvart Melîkiyan jî bi xwe re dibe. Di dilê Ocalan de jî Tîgran, xwedî cihek girîng digire û Ocalan di axaftineke xwe de Aram wek bulbulê gelê Kurd û Ermenîan pênase dike. 


Cumbuş, evîna Aram bû!

Tîgran, gelek stranên xwe ji helbestên, helbestvanê navdar Cegerxwîn digire û bi lêv dike. Tîgran, bi mûzîka ku çêkir li gelê Kurd xwe da hezkirin û ew deng û awazên wî hê di dilê Kurdan de weke çemekê diherikin. Her wiha amûra ku herî zêde hunerê pê dida hezkirin jî "Cumbuşa" wî bû. Li her derê bi xwe re cumbuşa xwe gerand û wek evîna xwe li wê dinêrî. Tîgran, ew qas ji cumbuşa xwe hez dikir ku dema carekê çû bijîşk jî cumbuşa wî ji kêlekê kêm nebû. Tîgran, bi qasî 57 salan xizmet li huner û mûzîka Kurdî kir û ji gelek Kurdan zêdetir çand û folklora wan dizanî. Nexwe dema mirov li mûzîk û çanda ku Tîgran afirandiye dinêre jî ev tişt bi awayek zelal derdikeve holê. Di heman demê de stranên wî xweş û melodîk, zimanê wî zelal bû. Tîgran, ji ber ku huner navenda jiyana wî bû û bi dehan stranên Kurdî û Ermenîkî li pey xwe hiştin. 

Her wiha ligel hunera xwe ev qas bi jiyanê hez kir ji ber vê "Huner û mirovahî bi hev ve girêdayî ye." digot. Bi sekna xwe ya aştiyane û bi nasnameya xwe di nav gelê Kurd û Ermenîan de jî wek pireyek bû. Ligel nasnameya xwe ya Ermenîî, di nav gelek Kurdan de wek Kurd hat naskirin. Di demên ku Kurdî qedexe bû Tîgran di radyoyê de behsa zimanê Kurdî kir û strana "Zimanê Kurdî" got. Stranên wek "Bilbilo", "Ay Dîlberê", "Lo lo pismamo" û "Rojbaş Diyarbekir" hê bi devê Kurdan nakeve. 

Tîgran, di sala 2006'an de hat Ameda Bakûrê Kurdistanê û li hember deh hezaran kesî stran û awazên xwe stirîn. Di 6'ê Tebaxa 2009'an serê sibê Aram bi felca mejî ket û du roj piştre nexweşxaneyeke Athena li welatê Yunan jiyana xwe ji dest da. Ligel ku di wesiyeta xwe de diyar kiribû wî li Amedê veşêrin jî dewleta Tirkiyeyê destûr neda. Di 17ê Tebaxa 2009'an cinazeya Tîgran bi merasîmeke taybet li goristana Jeeta bajarê Brukselê hat veşartin.


'Çanda me ji min baştir dizanî'

Hunermend Comert ku ji zêdetirî 10 salan bi Tîgran re hem di warê muzîkê de hem jî jiyana rojana de hevaltî kir li ser jiyana Tîgran axivî. Comert, da zanîn ku wî dema dest bi hunerê kiriye dengê Tîgran li ser gelek bandor kir. Comert, destnîşan kir ku wî bi albûma "Newroz" ya Tîgran dengê wî bihîst û wiha got: "Dema min ew albûm guhdar kir ez evîndarê dengê Tîgran bûm. Di warê Hunermendiyê de dengê Tîgran bû pêşengê min." Comert, bi lêv kir ku wî bi awayek fizîkî dema Tîgran hatiye Ewropayê nas kir û got ku heya niha bi dehan konser bi Tigran re li dar xistine. 

Comert, anî ziman ku Tîgran, mirovek rûken bû û di nav wî de ruhek gelêrî hebû wiha got: "Her çiqas me Kurdî hunerê bikira jî em di wê demê di bin bandora Tirkî de diman. Lê Aram ne bi vî awayî bû. Çanda Kurdewar ji me baştir dizanî. Ji ber vê jî dema bala xwe dide muzîka Tîgran zelal e. Ji ber ku rastiya Kurdan baş dizanî di nav Kurdan de ev qas hat hezkirin." Comert, anî ziman ku sedî 80'ê jiyana Tîgran bi çand û hunerê derbas dibû û ji ber vê jî di Rojhilata Navîn de karekter û ekolek mezin bû û wiha berdewam kir: "Bi tarza xwe rengek cuda bû. Her wiha li ser gelek Hunermendên me jî ev reng belav bû."

Comert, diyar kir ku dema Tîgran hat Ewropayê felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê baştir fêmkir û wiha axivî: "Ji ber ku birdoziya Rêber Apo baş fêmkiribû ev qas bi tevgera Kurd girêdayî bû. Her wiha wek fedaîyek tevgerê ji aliyê hunerî têdikoşiya. Felsefeya Rêber Apo weke rizgarbûna gelê Ermenî û Kurdan didît. Ji ber vê vê felsefê ve girêdayî bû." Comert, destnîşan kir ku Tîgran gelek stranên xwe di bin ronahiya Ocalan de çêkiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serok Apo jî gelek wî hez dikin. Weke roniya çavên xwe ew parast û per û baskên xwe jê re vekir."

Comert, destnîşan kir ku Tîgran hem bi kesayetiya xwe hem jî bi hunera xwe di nav gel de xwedî nirxek mezin bû û wiha got: "Tu carî li ser vê nirxê populîzmê nekir û îstîsmar nekir. Ez ezîtî di kesayatiya wî de tune bû." Comert, diyar kir ku Tîgran di jiyana xwe de ji ber felsefeya ku jê bawer bû ji bo jiyana xwe tiştek nexwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em diçûn hin cihan jî em di malên welatparezan de diman. Di her qadê jiyanê de ji bo kesayetiya xwe tiştek nedixwest û komunalîzmê esas digirt. Ji ber ku di dinyayê de her tişt ya gel qebûl dikir."


GOKHAN ALTAY / DÎHA/AMED