PEN’a Kurd di 6’emîn salvegera koça dawî ya şair Arjen Arî de bernameya bibîranînê li Amedê li dar xist. Di bîranînê de Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk axivî û got, “Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê Kurdî bû.”
PEN’a Kurd bi boneya salvegera 6’emîn a koça dawî ya şairê Kurd Arjen Arî bernameya bibîranînê li dar xist. Heval û malbata Arî ewil çû serdana goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baxlera Amedê û Arjen Arî bibîranîn. Pişt re jî nivîskar, malbat, hezkiriyên Arî li avahiya Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sena Amedê bernameya bibîranînê li dar xist. Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, rêveberên MED-DER’ê, malbata Arî jî di nav de gelek nivîskar, şair û hezkerên Arjen Arî tev li bernameyê bûn.
Ziman û Arjen
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê xwişka Arî, Necla Arî ya ji Swêdê ji bo bernameyê hatî, axivî û destnîşan kir ku Arjen Arî kesayeteke stûna helbesta Kurdî û zimanê Kurdî bû û got, “Wek ku Arjen digot ‘Zimanê we şal û şapikê we ye. Bila her tim li we be.’ Ziman ji bo Arjen gelek girîng bû. Axaftin û nivîsandina Kurdî ji bo wî tişta herî bi nirx bû. Ez bi van hestan wî careke din bi bîr tînim.”
Piştî axaftina Necla Arî, sînevîzyonaek der barê Arjen Arî de hat pêşandan.
Şairek û şêrgeleyekî Kurdî
Paşê, Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk axivî û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a gelê Kurd nenetewebûn e û wiha peyivî: “Ji bo yekîtiya neteweyî, em xwedî li nirxê xwe derkevin. Ji van nirxan a herî mezin zimanê me ye. Helbestvan, çîrokbêj, nivîskar û dengbêjên me her tim zimanê me zindî hiştin e û bi pêş ve birine. Lazim e em her tim li van helbestvan û nivîskarên xwe yên hêja xwedî derkevin. Arjen Arî ji bo zimanê Kurdî kedeke pirr mezin da. Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê Kurdî bû.”
Piştî axaftina Ozçelîk nivîskar û helbestvanê bi Arjen Arî hevaltî û dostaniyê kiribûn, bîranînên xwe vegotin.
Koma muzikê ya MA Muzîkê jî stran gotin. Bername bi xwendina helbestên Arî bi destê endamên Koma Helbestê ya Amedê bi dawî bû.