Dengê xwe bidin xwe
HUSEYIN HAZAR
GIESSEN
Li bajarê Elmanyayê Giessenê, Hidir û Ayşe Marangoz ji bo HDP û Selahattin Demirtaş mal bi mal digerin. Wekî din bi telefonê jî xebatîn hilbijartinan dikin. Herdu hevjînên hev ev qederê mehekê ye ku ev xebata xwe ya ji bo hilbijartinan dane destpêkirin. Hidir Marangozê 66 salî û hevjîna wî Ayşe Marangoz a 61 salî dibêjin, “Em ji mirovan re nabêjin dengê xwe bidin me. Em ji wan re dibêjin, dengê xwe bidin xwe. Em ji wan re dibêjin, HDP partiya hemû gelan û ya mirovahiyê ye, ew nûnertiya mirovahiyê dike. li malên em diçin wan bersivên erênî didin me. Em ê karê xwe bê navber dewam bikin.”
Hidir û Ayşe Marangoz dibêjin, pirraniya malbatên diçin serdana wan di hilbijartinên bihurî de dengê xwe dane AKP´ê û vê carê soz dane wan ku dengê xwe bidin HDP´ê. Her du jî bi pirranî diçin malên Çermûkiyan û ji wan ji bo HDP û Demirtaş deng dixwazin. Herduyan heta niha bi serdanên mal û dikanan, û bi telefonê xwe gihandiye qederê 400 Kurdistaniyî û ew jî bi pirranî berê dengê xwe dane partiyên din.