Yekîtiya Mamosteyên Iraqê bi şîara, ‘Dengê xwe bilind bikin’ ji bo 2 rojan greva giştî îlan kiribû.   Yekîtiya Mamostayên Iraqê ji bo zextê li hikûmeta Iraqê bike, li dibistanên Erebî û Tirkmenî greva giştî ragihand.

Mamostaya bi navê Nesrîn Kazim der barê armanca çalakiya mamostayan de got, “Em li vir dengê xwe bilind dikin û dibêjin zilm li mamostayan tê kirin. Em destpêkê mafê xwendevanan dixwazin. Pêwîst e dibistan werin avakirin û jîngeheke guncaw ji bo xwendevanan were çêkirin. Em dixwazin pewerdeyeke baş bê dayîn.”

Mamosta Firas Ebdulezîz jî got, “Ji bilî grevê hinek bernameyên me yên din jî hene. Lê em naxwazin niha behsa çalakiyên dema bê bikin. Civîna me ya giştî bi hemû beşên mamostayên Iraqê re heye. Armanca civînê jî ew e ku em bi hev re kar bikin.”

Rêveberê sendîkaya mamostayên Iraqê, Ebas Kazim Sudanî jî li ser heman mijarê got, “Ji derveyî mamostayên heremê, 750 hezar mamostayên Iraqê hene. Beşê herî zêde niha di grevê de ne.

Daxwazên mamostayan daxwazên rewan e û daxwaza başkirina rewşa mamamostayan tê kirin. Heger bersiva daxwazên me neyê dayîn, em ê pêngavên din bavêjin.”

 

 ROJNEWS/KERKÛK