Ciwana 17 salî Fexriye Qirranî, ku di êrîşa DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an de xwe li Çiyayê Şengalê parast û ji DAÎŞ'ê rizgar kir, niha rojnamegeriyê dike. Fexriya Qîrranî ji bo bibe dengê gelê Êzîdî rojnamegeriyê dike. Qirranî ku ev 3 meh in di Çira TV de rojnamegeriyê dike li ser armanca xwe axivî. Qîrranî, anî ziman ku gelê Êzîdî êdî li ser piyan e û dikare di her alî de xwe biparêze. Qirranî ku li gundê Sîba ji malbata 9 xwişk û 4 bira ye, ji êrîşê DAÎŞ'ê reviya û piştî 8 rojan ji aliyê şervanên PKK'ê ve hat rizgarkirin. Qîrranî, diyar kir ku 8 rojan li Çiyayê Şengalê ma û tevî mezin û zarokan bê av û bê xwarin mane. Lewma pir zor û zahmetî dîtin û ji mirinê rizgar bûn. Qiranî, anî ziman ku ji ber parastina wan tine bû ferman li wan rabû û got: "Tavisê Melek û hevalan hatin em xelas kirin. Hevalan pir alîkarî kir. Peşmergeyên KDP’ê em hiştin û reviyan. PKK’yî bi hawara me ve hatin em ji fermana 74'an rizgar kirin."
Qîrranî, li Kampa Newroz a Dêrîkê 2 mehan ma diyar kir ku li wir demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt û got: "Piştî demekê ez tevlî xebatên çapemeniyê bûm. Ez piştî kampê tevî malbata xwe hatim navçeya Xanesorê. Min li Serdeşê dest bi xebatên çapemeniyê kir. Ev 3 meh in di Çira TV de nûçegihaniyê dikim. Ez ji bo dayikên Êzîdî ku êş kişandin tevlî çapeminyê bûm. Ji bo bibim dengê gelê Êzîdî min li Serdeştê dest bi xebatên çapemeniyê kir. Birayekî min şervan e. Birayekî min wergêrê Îngîlîzî ye û çû Emerîka. Birayê min ê din di Asayişa Êzîdxanê de cih digire. Birayê min ê din jî di nava xebatên çandê de cih digire. Xwîşkek min jî di Radyoya Çira de dixebite. Xwişkên min ên din jî di xebatên çandê de cih digirin."
Werin tevlî xebatan bibin
Qîrranî, bang li ciwanên Êzîdî kir û xwest ku tevlî xebatan bibin û got: "Beriya fermanê jineke ciwan nikarîbû tenê derkeve kolanê. Lê niha hem jin hem xort parastina xwe dike. Dayikên me li meclîs û qadan xwe perwerde dikin. Ciwanên Êzîdî êdî dikarin xwe bi rêve bibin. Xwe perwerde dikin û xizmeta civakê dikin. Ez bang li hemû ciwanan dikin û dixwazin werin tevlî xebatan bibin. Em dibêjin êdî DAÎŞ xelas dibe û hemû welatiyên me yên koç kirine dikarin li gund û warên xwe vegerin. Em dibêjin êdî gundê me azad bûne û hêza me ya parastinê YBŞ û YJŞ heye. Êdî tu kes nikare cerek din me bi xapîne û êrîşî me bike. Em xwe bi xwe bi rêve dibin. Niha xeyala min, rizgarkirina Êzîdiyên di destê DAÎŞ'ê de ye. Ez dixwazin xwe di qada çapemeniyê de pêş bixim. "
ŞENGAL