Mijarên rojnameyê
Zarokan berga yekem a rojnameya xwe heta ya dawî bi rengên zindî û xweş rengîn kirine. Di rojnameyê de, serê salê, roja rojnamegeran, roja parastina sivîlan wekî mijarên sereke di nav rojnameyê de cih digirin. Ji bilî van mijaran tund û tujiya li ser zarokan jî di vê hejmarê de cihê xwe digire. Zarokan di vê hejmarê de têkildarî pîrozbahiyên sersalê ku yên niha û yên berê rûqalî hev dikin jî bi rengîniyeke xweş nivîs, helbest, hevpeyvînên bi kurmancî û tirkî rojnameya xwe dewlemendtir kirine. Di vê hejmara Dengê Zarokan de ji bilî van mijarên sereke gelek helbest, nivîs û wêneyên ku ji aliyê zarokan ve hatine amadekirin cih digirin.
Nivîsên Kurdî
Di vê hejmarê de zarokan cih dane helbest û nivîsên kurdî yên bi van sernavan; Sersala we pîroz be ku wekî hevpeyvîneke kurt Bedran Oncu bi zarokê bi navê Îsmaîl re çêkiriye, Sala nû, Kurdî, Biratî, Zimanê me kurdî ye, Zimanê xweşik, Kurmancî, Dibistana min, û di rûpela herî dawî de jî çîroka bi ser navê Hebliko û Cebliko cih digirin. Aliyê ku mirov rexne bike ew e ku nivîsên bi kurdî-kurmancî tê de kêm in û aliyê din ê rexneyê jî lazim e ku bi kurdî-kirmanckî jî di rojnameya dengê zarokan de nivîs û helbest hebin. Zarokan di vê hejmarê de yek jê têkildarî Roja Rojnamegeran û ya din jî têkildarî Roja Parastina Sivîlan du hevpeyvîn amade kirine. Di hevpeyvînan de balê dikşînin ser girîngiya xweparastinê.
AMED