Rojnameya ku bi du zimana ango bi Kurdî û Tirkî derdikeve; zarok bi wêne, nivîs, helbest, tiştanok û gelek tiştên din ve dagirtine. Zarokan ji berga yekem a rojnameya xwe heta ya dawî bi rengên zindî û xweş rengîn kirine. Di rojnameyê de, nexweşiyeke penceşêra xwînê ango losemî hem bi nivîsan ve hem jî bi wêneyan ve bi awayekî baş ji çavên zarokan hatiye dayîn. Her wekî tê zanîn 5'ê Mijdarê Roja Mamosteyan a Cîhanê ye û zarokên ku rojname derxistine maamosteyên xwe jî ji bîr nekirine. Zarokan bi helbest û nivîsên xwe ve girîngiya maostetiyê, keda wan û hezkirina maosteyan bi gotinên xwe yên saf û paqij anîne ziman. Di vê hejmarê de jî zarok bi helbest û wêneyên xwe rojname dewlemendtir kirine û dîsa bi wêne û nivîsên xwe ve balê kişandine ser çalakiya grevên birçîbûnê yên di zinandanan de. Zarokan bi wêneyên xwe dersê mirvahiyê didin hemû kesî. Rojnameya ku bi duz imanan dertê di esasê xwe de bersivek û pştgiriyeke ji bû berxwedana zindanan jî. Di vê hejmara rojnameyê de nûçeyên kurt jî yên têkildarê zarokan rûpelên Dengê Zarokan dewlementir kiriye.
Rojneme bi duzimanî tê derxistin e û zêdetirî du sal e ku bi rêk û pêk ji du mehan carekê di standan de cihê xwe digire ye. Di van rojên ku nîqaşên li ser bi zimanê dayikê perwerde û jiyana duzimanî gur bûye de ku zarokên Kurd mekanên pişaftinê boykot dikin perwerdeya xwe jî bi saya malên piştgiriyê û kursên Kurdî didomînin.
Zarokên ku pirên wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelek were înkar û îmhakirin, bi rojnameya xwe ya ku du salan li du xwe hiştye jî dilêrî û berxwedanaa gelekî jî bi awayekî pir baş radixe ber çavan. Zarokên Baglarê yên ku rojnameya Dengê Zarokan derdixin dibêjin ku ew gelek şad û bextewar in ji bo ku her mehê bi hejmareke dîtir derdikevin pêşberî hevalên xwe yên di heman temenê de. Zarok ji niha ve zend û bendên xwe badane û dest bi amadekariya hejmara nû ya Dengê Zarokan kirine.
DÎHA/AMED