Dengek ji Hûriyan


Radyoya Dengê Orkêş ku di 1’ê tabaxa 2014’an de dest bi weşan testê kir û di 5 îlona 2014’an de bi awayekî fermî li bajarê Amûdê dest bi weşanê kir , di nava civaka Kurd, Ereb û Suryan de dengvedaneke mezin çêkiriye.
Ji bo nûjenkirina Şaristaniya Hûriyan
Navê dengê Orkêş ji girê Orkêş ê dîrokî ango bi navê girê Moza tê naskirin, hatiye girtin. Li vê herêmê beriya zayînê bi hezarên salan şaristaniya Hûriyan ku li tevahiya herêmên Sûriyayê belav bûbû serwer bûbû. Ji bo ku çanda resen a gelên Mezopotamya û şaristaniya Hûriyan careke din were nûjenkirin, ev nav li radyo Dengê Orkêş hate kirin. Balkêş e ku logoya radyoya Orkêş bi zimanên Kurdî û Hûrî hatiye nivîsandin.
Bûye dengvedana şoreşê
Radyoya Dengê Orkêş ji bo xwe, xeta şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî bingeh girt. Her dem bi serkeftinên şoreşê re bû yek û ji bo dengê Rojava yê rast bigihîne tevahiya civaka Kurd, Ereb û Suryanî di nava hewldanan de ye. Ji radyo helbest û starênên şoreşgerî yên girêdayî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê û tekoşerên wan tên pêşkêşkirin. Di nava civakê de dengvedana şoreşa Rojavayê Kurdistanê belav dike.
Li ser pêla FM 103.0 tê guhdarîkirin
Dengê Orkêş ku li ser pêla 103.0’an FM weşanê dike dighêje 25 km ji çar aliyên bajarê Amûdê ango dighêje hemû gundên derdorê, her wiha gundên li aliyê Bakûrê Kurdistanê yên girêdayî Mêrdînê jî dikarin li guhdarî bikin. Welatiyên Bakûr gelek caran bi riya telefonê beşdarî bernameyên wê dibin û daxwaz û nerînên xwe tînin ziman.
Bi dildarî xebatê dikin
Di destpêka avakirina radyo de hin kes bi awayekî dildarî beşdarî xebatên radyo bûn û heta niha van xebatan didin meşandin. Radyoya Dengê Orkêş di destpêka weşanê de rastî gelek astengiyan dihat. Ji ber ku kesên beşdarî xebatên radyo bubûn ne perwerdekirî û pispor bûn an jî rojnamevanî nexwendibûn ev astengiyên pîşeyî li pêşiya wan derdiketin. Lê roj bi roj ev astegî ji holê hatin rakirin û xebatên ku hin tecrûbeyên wan hebûn alîkariya hevalên xwe yên din kirin û hev du temam kirin. Tevî derfet û alavên teknîkî yên kêm jî radyoya Dengê Orkêş dikarîbû bi gelek radyoyên din re bikeve nava pêşbirkê.
Çar mêr û pênc jin
Ekîba kar a radyoya Dengê Orkêş 5 jê jin ji 9 kesan pêk tê û 3 ji wan cihê xwe di rêveberiya radyoyê de digrin û 6 jî nûçegîhan, pêşkêşvan û teknîkvan in.. Nûçegîhanên radyoyê hertim li nava kolan û malan digerin, hevpeyvînan bi welatiyan re dikin û bernameyên nûçeyên xwe dewlemend dikin. Çi bûyerên li Amûdê rû bidin, çi çalakî werin lidarxistin, xebatkarên Dengê Orkêş li wir in û bûyerê ji nêz ve dişopînin.
Em ê Orkêş bikin dengê rastiyê
Rêveberê Radyo Dengê Orkêş Kurdyar Dirêyî ku di heman demê de pêşkêşvaniya bernameyekê dike, diyar kir ku tevî hejmara ekîba wan a kêm û derfetên kêm ew dikarin bi gelek radyoyên Rojava yên ku ekîbên wan ji 80 kesan pêk tên, reqabetê bikin. Li gorî Dirêyî ji bo wan hejmar ne zêde girîng e, lê ya girîng ew e ku xebatkar bi vîna xwe ya azad kar bikin û xwe pêşde bixin. Dirêyî wiha peyivî: "Me bi derfetên kêm destpê kir. û em ê vê xebatê heta dawî bi ser bixin, em ê hewl bidin ku Dengê Orkêş bikin dengê tevahiya civakê û bi riya wê çanda rasteqîn a gelan vegerînin.
Beşek e ji têkoşîna jinê
Xebatkara jin Bêrîvan Reşik ku cihê xwe di rêveberiya radyo de digre, nûçegîhaniyê û pêşkêşvaniyê jî dike û hin caran xebatên teknîkî dide meşandin. Ew dibêje: "Wekî xebatkarên jin di radyo Dengê Orkêş me karîbû gelek guhertinên bingehîn di hişmendiya welatiyan de çêbikin. Kesên ku beriya niha ji derketina keçekê ji mala xwe matmayî diman niha dikarin bi hêsanî xebata keçekê wekî nûçegîhan, pêşkêşvan û rêveber di radyoyekê de qebûl bikin."
HOGIR EBDO – SEMA DERBAS / ANHA/AMÛDÊ
