Di ser koça dawî ya humermend Ehmed Şemal re 22 derbas bûn. Wî konê xwe ji vê dinya gewrik, 3´yê Nîsana 1997´an bar kiribû. Lê hîna jî li stranên wî weke dengekî rengdêr û zindî tê guhdarkirin. Deng û bibîranîna wî tim di nava gel de zindî ye. Stranên wî weke ku îro hatibin tomar kirinê, ji bo gelek kesan bûne çavkanî. Vî stranbêjê ji navenda Silêmaniyê û bav Sineyî, tevî Hesen Zîrek û Mihemed Mamlê jî stran gotine û bi temamî qederê 60 berhemên wî bi xwe li pey wî mane.

Dilê dewlemend di xizaniyê de

Ehmed Şemal di sala 1923’yan de li Taxa Serşeqam a Silêmaniyê ji dayik bûye. Navê Ehmed Şemal yê temam Ehmed Mehmûd e û bi navê ‘Ehey Xule Sineyî, yan jî Ehmed Şemal tê naskirin. Jiyana xwe hemû bi dilekî dewlemend û hejariyê derbas kiriye; ango qedera wî ya gelek hunermendên Kurd şibiyaye hev. Piştî xwe ji bo gelê Kurd gelek stranên resen ên Kurdî hiştiye.

Nasnavê wî yê Xule Sineyî ji bavê wî jê re maye ku xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye û piştre hatiye bajarê Silêmaniyê. Jiyana xwe her li Silêmaniyê derbas kiriye.

Timî karker bûye pê re jî hunermend

Di temenê xwe yê zarokatiyê de dest bi xwendina Quranê kiriye, piştre ji ber rewşa aboriyê dest ji xwendinê berdide û li bajaran dest bi karkeriyê dike. Di jiyana xwe de karên weke, karkerî, nêçîrvanî, şivanî kirine. Jiyana xwe bi êş derbas kiriye. Her wiha li gel kar girîngî daye hunerî jî.

Ehmed Şemal li Silêmaniyê dest bi karê hunerê kiriye. Ehmed Şemal bavê 6 zarokên bi navê Cemal, Celal, Ceza, Şemal, Nask û Benaz e.

Di sala 1953’an de dest bi karê hunerî kiriye, piştî demekê di nava civakê de tê naskirin û xelk jî ji ber deng û awazxweşiya wî hez jê dike. Li gel hunermendên wê demê, hunermend Mihemed Mamlê, Merdan û Hesen Zîrek stran gotine. Ehmed Şemal xwedî 50 heta 60 berhemên hunerî bû. Hin ji wan jî ev in: Lew êwarewe, Helbzerde, Meylencêne, Ey mutribê arifan, Laye layet bo ekem.

Deng li dinê ye

Piraniya stranên wî têkildarî jiyana wî, evîndarî, xwezaya Kurdistanê û welatparêziyê ne. Di nava civakê de bi gotinên xwe yên xweş û bi bandor dihat naskirin.

Hunermend Ehmed Şemal, di 3’yê Nîsana 1997’an de ji ber nexweşiyê li bajarê Silêmanî koça dawî kir û li Girê Seywan ê Silêmaniyê hate oxirkirin.

Piştî ku Hunermend Ehmed Şemal wefat kir, pêykersaz Çêner Nizarî peykerê wî çêkir û li cihê lê dijiya, li Silêmanî danî.

Hîna jî di nava gel de weke roja destpêkê li dengê Ehmed Şemal tê guhdarî kirin û bi vî awayî di bîra xelkê de zindî ye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN