Dîdeban


Di meha gulanê de yek ji babetên ku di medyaya nivîskî û bi taybetî jî di ya civakî de tê niqaşkirin jî babeta bîranîna şoreşgerên salên 1968 an e. Wek tê zanîn di wan salan de li Ewrûpa û li gelek deverên cîhanê pêleke şoreşgerî a ciwanan bilind bûbû û pergalên serdest yên dewletan dabû berxwe. Li gelek welatan ev pêla ciwanî kir ku pergal xwe ji nû ve reforme bikin û rê li ber mafên çîna bindest û gelan vekin. Lê li Tirkiyeyê ev pêvajo berevajî şixulî. Pergala faşîst a serdest a ku bingeha xwe ji Kemalîzma nijadperest digirt, ciwanên ku piraniya wan li zanîngeh û dibistanan xwe birêxistinkiribûn, bi devê tivingê pêşwazî kirin. Piraniya wan di encama êrîşên Daîreya Şerê Taybet û Kontr Gerîlaya Tirk de hatin qetilkirin. Di nav wan de navên ku herî zêde derketin pêş jî Mahîr Çayan, Deniz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Ulaş Bardakçî bûn. 

Heta wê demê piştî qehremanên ji nav gel derketî yên Anatolya û Kurdistanê yên wek Koroxlî û Koçero tevgereke wiha nehatibû dîtin. Serhildanên Kurd ji mêj ve hatibûn pelişandin û li seranserê welêt bêdengiyeke mirinî li dar bû. Helbet divêt derketina Dr. Şivan û hevalên wî yên di encama xefik û dehfikên bêbext de hatîn jinavbirin jî neyêne jibîrkirin.

Lê ya herî zêde li ser tê axaftin jî Deniz, Yûsûf û Hûseyîn in. Ew jî di encama darizandineke sexte de, bi nemerdî hatin îdamkirin.

Her çiqas di ser re bi qasî çil salan dem derbas bûbe jî ev xort hîna jî bi aliyên xwe yên cûrbicûr ve di rojeva gelên Kurd û Tirk de zindî ne. Derketina wan, awa û rêbazên têkoşîna wan, fikr û ramanên wan û ya herî girîng jî qehremaniya ku wan li ber sêdarê dayî nîşan ji bo her kesî cihê rêzê û heyraniyeke bêsinor e. Heta generalê ku ew birin îdamê yê bi navê Alî Elverdî jî di axaftineke xwe de vê rastiyê wiha anîbû ziman: Ev ciwan çawa dihêne perwerdekirin? Çawa ji destê dewletê derdikevin? Ev çi bawerî ye ku heta li ber bendê îdamê jî propagandeya Marksîzm û Lenîzmê dikin?

Niha aliyên çê yên wê tevgera ciwanan û kesayetên ku wek qehremanên dîrokî derketîn her dihêne axaftin. Her sal û wisa jî di gelek roj û demên salê de jî ev ciwan dihêne bibîranîn û navê wan li ser zimanî ye. 

Ya divê piçekî bê vekolan jî aliyê wan yên ku bi awayekî neçê tê nirxandin e. Her çiqas ev rexne û êrîş ji kes û derdorên marjînal jî bin, lê hêja ye mirov li ser gengeşî bike.  Gelo bi rastî jî ev tevger û kesayetên dîrokî her wisa ku bandor û mohra xwe li tevgerên di peyxwe re hatîn û li şoreşa Kurdistanê jî kirîn Kemalîst bûn?

Gelo bi rastî jî  ev kesayet di babeta tayînkirina qedera gelên bindest de, bi şêweyeke din, di mijara gelên Kurd û Ermen de bi berçavka Kemalîstan dinêriyan?

Gelo di rastiyê de armanca wan ne şoreşeke gelêrî û sosyalîstî nemaze ji nû ve hêzdarkirin û sazkarkirina hizra Kemalîstî bû?

Ev pirs û pirsyar li dû hevdu rêz dibin? Helbet di gelek mijaran de û bi taybetî jî di parastina dadgehê ya Deniz û hevalên wî de pesna hind aliyên Mistefa Kemal hene. Di babeta gelê Ermen de jî heman gelemşe ya hizrî li dar e. Lê ciwanan çawa ku li hemberî dijminan serî netewandin, gotina wan a dawiyê jî: Bijî Rizgariya Gelên Tirk û Kurd di bîr û wîjdana mirovan de ma. Her wisa gava em bala xwe didinê, piştî çil salan di şoreşa Rojava de bi navê Ulaş Bayraktaroglu fermandarekî ku navê xwe ji Ulaş Bardakçi girtiye dide ser şopa wan û ala wan hîna jî bilindtir dike. Helbet ew kesên ji wê jêderkê hatîn û em behsa wan dikin ne yek û ne jî dudu ne. Li ser êrîş û rexneyên bêserûber mirov hewcedarî dibîne ku carbicar serî li wîjdana xwe bide û ew jî gelek caran çavkaniya herî zelal û adil e.