Dêra Ardzvaperê ya li gundê Dêra Jêr a Erdîşê ji ber xwedî lê derneketinê li ber tinebûnê ye. Defînegeran dêr kun kunî kiriye û li aliyê din jî bûye cihê sergoyê gundiyan. Aliyekî qube û deriyên dêrê hilweşiyaye û cihê îbadetxaneya demekê jî niha tine dibe. 

Li gorî çavkaniyên Ermeniyan navê “Ardzvaper” ji bo firrîna teyran tê gotin. 

Di çavkaniyan de tê xuyakirin ku dêr di nîveka sedsala 7’an de hatiye çêkirin û navê firrîna teyr lê hatiye kirin. Di hin çavkaniyan de hatiye nivîsandin ku dêr bin navê Prens Mijej Kinûnî (beriya mîladê 637) yan jî Katolîkosê Yegya yê yekemîn ê di 703-717’an de hatiye lêkirin. Li herêmê dêr di nav 3 dêrên girîng de cih digire. Çavkanî didin zanîn ku sala 1393’an 60 xwendekarên dêrê hebûne û di serdema Serrahîp Garabed de (1409-1414) de hatiye restorekirin. Di metnên berê de dêr wek cihekî “bi heybet û mirêsdar” tê zanîn. Çavkaniyên herêmê didin zanîn ku di sedsala 19’an de hinek ji qubeya dêrê hilweşiyaye û pişt re nehatiye çêkirin. Hat destnîşan kirin ku dêr sala 1896 û sala 1915’an de rastî êrîşan hatiye. 

Tê diyarkirin ku Dêra Ardzvaper piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê xespkirin, dîwarên derdorê û hin avahiyên pê ve bi temamî hatine tinekirin. 


WAN