Warên wan ên baweriyê ku li pey wan man, ji ber ku bêxwedî man, an hilweşiyan an jî ji armancek din re xizmet kir. Yek ji van berhemên Ermeniyan jî Dêra Erminiyan ku di sala 1957'an de li pey Ermeniyan ma, niha kirin mizgeft. Dêra Ermeniyan ku li taxa Ermeniyan e, ji aliyê Vakfa Berhemên Xwezayî ya Meletiyê ve hate guhertin û kirin Mizgeft. Vakfê ji bo dêrê bikin mizgeft dest bi restorasyonê kirin. Welaityê bi navê Ali Riza Îlbay, diyar kir ku piştî ermenî hatin li Mazgîrtê bi cih bûn, mal ji xwe re avakirin û li van malan îbadeta xwe dikin. Îlbay, anî ziman ku dêr berhema herî dîrokî û mîmariya herî pêşketiye û wiha got: "Ev dêr heta 50 sal berê warê îbadeta Ermeniyan bû. Mîmariya mal û warên îbadetê yên Ermeniyan cuda ye. Dêr û malên ku li taxa Ermeniyan mane ji mîmariya din cuda ye. Hêj hin malên elewî li van malan dijîn. Ermeniyan xaniyên xwe û warên xwe bi keviran ava dikirin. Lê piştî Ermeniyan ji vir koçber kir, avahiyên wan hatin rawestandin.
'Berê dêr bû niha mizgeft e'Welatiyê ermenî yê bi navê Hasan Durmaz jî bertek nişani vê yekê da û wiha got: "Berê ermenî qetilkirin û surgun kirin. 20 sal şûnde dest bi elewiyan kirin. Xwestin ku elewiyan jî û Ermeniyan jî ji nava civakê dûr bixin. Niha ev warê Ermeniyan ê baweriyê kirin Mizgeft. Gelo ev dêra Ermeniyan ku kirin mizgeft dê ji bo elewiyan çi fêdeya wê hebe. Divê elewî jî vê yekê qebûl nekin. Divê tu warên baweriyan neyên guhertin û bên parastin."
FERHAT ARSLAN - DÎHA/DÊRSIM