Dêr hildiweşe
Dêra Mor Yakûp mîna kêmneteweyên li çar aliyên Tikriyeyê bi koçkirina Suryaniyan re bê xwedî ma. Gundê Kefrê 20 km dûrî navçeya Kercewsê ye. Beriya 40 salan ji sedî 60 ê şêniyê gund Suryanî bûn. Dêra ku ji sedsala 5. maye, bi hilweşînê re rû bi rû ye. Wezîrê Maliyê Mehmet Şîmşek ku ki Kercewsê heta gund rêya du alî çê kiriye, ji ber ku ji bo parastina berhemên dîrokî yên civakeke din neketiye nava ti hewldanan, rastî nerazîbûna gel tê. Parlamenterê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora diyar kir ku ji bo parastina cih û warên dîrokî yê Suryaniyan û navendên baweriyên din, bi salane ew xebatan dimeşînin.
Haznî Aktaş ê Suryanî da zanîn ku divê Dêra Mor Yakûp bê parastin û anî ziman ku li herêmê bi sedan dêr û keşîşxane ji ber xemsarî û bêxwedîtiyê ji holê rabûne. Aktaş ragihand ku serlêdanên wan ên ji bo restorekkirina îbaretxaneyên wan ji aliyê Desteya Parastina Hebûneyên Xwezayî ve hatine redkirin.
ANF/ÊLIH