Ciwanê bi navê Sedat Gungor ê 22 salî, ku pêr li ber mala xwe ya li Kolana Lîse ya Taxa Yenîşehîrê ji ber guleya ji maşîna zirxî hat teqandin birîndar bû û linexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Bi Sedat Gungor re hejmara welatiyên li Nisêbînê di nava 13 rojan de ji aliyê hêzên çekdar ên Tirk ve hatin qetilkirin bû 9. Li aliyê din, li taxa Abdulkadîrpaşa, sivîlên bi navê Bakî Narman û Saît Kaplan ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin. Lê belê ji ber ku tîmên taybet edliye kirine biryargeha xwe, agahî ji binçaviyan nayê wergirtin. Li navçeyê êrîş û berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dike.
Dêra Mor Yakûp bombekirin
Dêra Mor Yakûp ku weke dêra destpêkê ya cîhanê tê naskirin, hat ragihandin ku ji aliyê tîmên taybet ve hatiye bombekirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan da xuyakirin, ku dêra li Nisêbînê hatiye bombekirin û anî ziman ku destûr ji wan re nayê dayîn ew biçin cihê bûyerê.
Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyan Yûhanna Aktaş der barê mijarê de agahî da ANF'ê û êrîşa li dijî dêrê weke 'întixarê' pênase kir. Aktaş da xuyakirin ku êrîşa li hemberî cihên pîroz ên civaka Suryanî wê rastî nerazîbûneke mezin were û got, "Agahî gihaşt ber destê me ku Dêra Mor Yakûp hatiye bombekirin. Civata Suryaniyan a li derveyî welat li me geriya û xwest derbarê mijarê de agahiyan em bidin wan. Êrîşeke bi vî rengî wê weke êrîşek li hemberî tevahiya civata Suryaniyan were qebûlkirin. Ev yek wê rê li ber nerazîbûneke mezin veke."
Her wiha Aktaş bal kişan êrîşên li der cihên baweriya û got : "Ev 13 roj in gelê Kurd dorpêç kirine û dixwazin Suryaniyên ku bi tenê çend kes mane, bi temamî ji cih û warên wan derxînin. Di dema dawî de ji bo vegera Suryaniyan li xaka xwe Mezopotamyayê, xebateke berfireh hebû, lê bi vê yekê re veger wê nepêkan be. Weke ku tê zanîn Dêra Mor Yakûp, weke dêra destpêkê ya cîhanê tê naskirin. Lewma bombekirina cihekî ewçend dîrokî û pîroz, xwekuştin e."
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan da xuyakirin, ku dêra li Nisêbînê hatiye bombekirin û anî ziman ku destûr ji wan re nayê dayîn ew biçin cihê bûyerê. Aslan got, "Tê gotin ku mizgefta li cem Dêra Mor Yakûp jî hatiye bombekirin. Ev helwesta dewletê, ji bo xalîkirina herêmê ji mirovan e."