Keşîşxaneya ku di salên 1990'î de ji aliyê Tîmên Taybet be ve weke baregehê dihat bikaranîn, niha li ber hilweşînê ye. Keşîşxane li ser gora Ezîz Bartholomeus hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku keşîşxane di dawiya sedsala 13'an, destpêka sedsala 14'an de hatiye çêkirin û li ser dîwarên wê gelek fîgur û nivîs hene. Keşîşxaneya ku 33 salan di nava sînorên Qereqola Albayrak de ma, piştî ku qereqolê rakirin û veguheztin qaleqola nû, beşek ji qada qereqolê radestî Wezareta Çandê, ya din jî radestî Wezareta Perwerdeya Millî hatiye kirin.

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik got,  tevî ku 2 sal di ser valakirina qereqolê re derbas bûne jî keşîşxane nehatiye restorekirin û rexne li Qanûna Parastina Weqfan girtin. Kalçik weha peyivî, "ev qanûn bi xwe jî dixwaze vî cihî hilweşîne. Ji ber vê yekê naparêzin. Di bin navê qanûna weqfan de dîrok tê tinekirin. Mejiyê 'me berê ew (Ermenî) tine kirin, niha jî em dîroka wan, şopên wan jê bibin' heye. Dixwazin di rewşa xwe de bihêlin û bi vî rengî rê li ber tinebûna wê vekin. Me gelek caran mijar ragihand rayedaran lê belê me ti encam negirt. Di vî warî de me gelek rapor amade kirin. Lê belê hewldanên me rêxistinên civakî yên sivîl têrê nakin. Li Wanê temamiya dîrokê bi vî rengî tê tinekirin. Mixabin em mûxateban nabînin." 

WAN