
Yedîkîlîse ya dîrokî ya ji Ermeniyan maye ji ber xemsariya rayedaran bi tinebûnê re rû bi rû ye. Li baxçeyê dêrê mizgeft hatiye çêkirin û beşên nehatine hilweşandin jî wek axûr tên bikaranîn.
Bajarê Wanê di dîrokê de gelek şaristaniyên wekê Urartu, Pers, Bîzans û Asuran re maloavanî kiriye. Li gundê Yedîkîlîse (Bakraçli) ya li Kontarê Çiyayê Erekê ya Wanê ye. Keşîşxaneya ji dema Ermeniyan mayî xwedî taybetiyekê ye ku cihêkî girîng yê îbadetê ye. Gundê Yedîkîlîse ji aliyê Ermeniyan ve wek Seşunîs tê zanîn û derdora wê jî wek herêma Vaspuragan tê zanîn. Ji ber vê nave Varana Vank dane dêrê. Heta 2011’an li dêrê ayîn dihatin kirin lê piştî erdheja Wanê bi tevahî hat girtin û li baxçeyê wê dêr hat çêkirin.
Cihekî bi qîmet e
Dêra Varana Vank bi navên cuda tê zanîn û çêkirina wê jî ji aliyê gelê Ermenî ve girîng tê dîtin. Di çavkaniyên Ermeniyan de tê gotin ku ji parçeyek xaça Hz. Îsa ku pê hatibû xaç kirin anîne gundê Yedîkîlîseyê. Parçeyekî ji vê jî dibin keşîşxaneya Varagavankê. Xaç du caran winda dibe û dîsa tê dîtin. Piştî dagirkirinê Rûsyayê 1915’an tê gotin ku xaç li Wanê winda dibe.
Dêr ji 7 beşan pêk tê û bûye navende sermetranê Dêra Apostolîk ya Ermenî a Wanê. Di baweriya xiristiyanan de jî cihekî girîng digire.
WAN