Navenda Mamosteyên Dêra Zorê, li ser rewşa tamîrkirin û amadekirina dibistanên li herêma Dêra Zorê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyê, agahiyên nû parve kirin.
Bi giştî 8 dibistan bi temamî hatin tamîrkirin, boyaxkirin, malzemeyên xwendinê hatin amadekirin û sinif jî amade ne ji bo xwendekarên xwe.
Li Dibistana El-Kesra 11 sinif hatin boyaxkirin û xemilandin û tamîra wê bi temamî hat kirin.
Li Dibistana El-Elî, 14 sinif hatin boyaxkirin, tevahiya tamîran hat kirin.
Li Dibistana Kû’a El-‘Emû 8 sinif ji nû ve hatin boyaxkirin, kêmasiya elektrîkê ji holê hat rakirin, texteyên nivîsê yên kên jî hatin dabînkirin.
Li Dibistana Şuweyihan Elbu Selah 5 sinif hatin boyaxkirin, tamîrên lazim hatin kirin û texteyên kêm hatin dabînkirin.
Li Dibistana Milaj 10 sinif hatin boyaxkirin, tamîra wê bi temamî hat kirin.
Bi vî awayî li herêmên ku ji ber desthilata çeteyên DAIŞ´ê zarok ji dibistan û xwendinê man wê karibin li mekteban vegerin.
DÊRA ZOR