Di merasîma şervanê QSD`ê Yamin Hesekê de xelkê Dêra Zorê got, ew ê heta dawiyê destekê bidin şervanên QSD`ê û hemleya Bagera Cizîrê.

Şêniyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD`ê Ayiş Xelef (Yamin Hesekê) doh li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxir kir. Li goristanê merasîmek çêbû. Di merasîmê de yek ji fermandarên QSD`ê Azad Hesekê axivî û got, ji bo gelê herêmê ji zilm û zorê rizgar bibe, şehîdan têkoşîn kir, li ber xwe da û canê xwe feda kir.

Paşê axaftin bi navê Meclisa Sivîl a Dêra Zorê, saziyên olî, Meclisa Ebû Xeşeb û Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê hatin kirin. Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şervanê QSD`ê Yamin Hesekê di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

 

ANHA/DÊRA ZOR