Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Sûriye SANA’yê, leşkerên rejîmê li meydana herî mezin a li navenda bajarê Deraayê ala Sûriyeyê daliqandine. Hate ragihandin ku leşkerên rejîmê beriya niha hemû semtên di destê komên ‘mûxalîf’ de, kontrol kiribûn.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê jî li taxeke li başûrê bajêr konvoya ji polîsên leşkerî yên Rûs û wesayitên ji efserên Sûriyeyê hatine dîtin. Di nûçeyê de hate gotin, leşkerên Rûsya û Sûriyeyê çûne seremoniya daliqandina alaya li navenda bajêr.
Ji bo rejîmê serketineke girîng e
Ji bo Deraa û derdora wê, roja 6’ê Tîrmehê her du alî li hev hatibûn û bi vê peymanê re kontrola herêmên li nava wîlayetê radestî rejîmê hatibû kirin. Xwepêşandanên destpêkê yên Adara 2011’an ên li dijî rejîma Beşar Esad, li Deraayê dest pê kiribûn. Lewma kontrolkirina Deraayê ji bo rejîmê weke ‘serketineke girîng’ tê dîtin.
DERAA