Eutelsatê cara pêşî roja Pênçşemê ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV, fermanek ji bo şirketê şandibû. Ev biryar, piştî ku li Tirkiyeyê ji aliyê rejîma AKP’ê ve nêzî 20 televîzyon û radyo hatin girtin, hate dayîn.
Dema ku Kurdan li pêşiya avahiya Eutelsatê li parytexta Fransayê Parîsê biryar protesto dikir, rayedarên şirketê li xwe mikur hatibûn ku dewleta Tirk zextê li wan dike. Heyeta ku çûbû li gel rayedarên Eutelsatê re rûniştin, gotibûn; “Rayedarên Eutelsatê li xwe mikur hatine ku dewleta Tirk bi rêya RTUK’ê ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV name ji rayedarên Eutelsatê re şandine.”
Kurd û dostên wan di serî de paytexta Fransa Parîs, li gelek welatên Ewropayê destpêkê Med Nûçe, ji bo azadiya çapemeniyê çalakî li dar xistibûn. Her wiha xebatkarên Med Nûçe TV diyar kiribûn ku ew ê serî li hemberî van zextan netewînin û têkoşîna xwe mezintir bikin.
Med Nûçe TV dema di weşana xwe de li ser piştevaniya di serî de Şirnex, li ser qadên berxwedana xwerêveberiyê weşan dikir, hate reşkirin. Bi daxuyaniyekê rêveberiya Med Nûçe TV´yê da zanîn ku ew weşana xwe diyarî berxwedana xwerêveberiyan dikin.
Med Nûçe TV, sala 2013’an dest bi weşanê kiribû. Eutelsatê, beriya niha di serê sala 2012’an de weşana Roj TV reş kiribû.
BRUKSEL