Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayan êvara 12’ê Îlonê hin çalakî kirine. Li aliyê din Tirkiye û Îranê hemwext bi balefir û topan êrişî herêma Bradostê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Bi Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê 12’ê Îlonê saet 17.00’an li qada Kato Marînos a Êlkê ya Şirnexê, li dehma Deriyê Berana li djî artêşa TC ya dagirker çalakî hate kiriye. Hêzên me di vê çalakiyê de bi rengekî serketî ji du baskan ve derb li kozik û stargehên dijmin xistin, ji eskerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûne, diyar nebûye.’’
Tirkiye û Îranê bi hev re li Bradostê da
Li aliyê din Tirkiye û Îranê bi balefir û topan bi hev re li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê da.
Dewleta Tirk bi balefirên şer herêma Bradostê bomberdûman kir û rejîma Îranê jî bi hawanan li herêmê da. Herdu êriş di heman wextê de pêk hatin.
Rejîma Îranê Şemiya bihurî baregeha PDK-Î û ya HDK’ê ya li bajarê Koyê ya Hewlêrê bomberdûman kiribû. Dewleta Tirk jî her roj Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike û li vê derê eskerên wê yên dagirker hene.
ANF/BEHDÎNAN