Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê û êrişên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG´ê got, “16’ê Hezîranê saet 23:30’î hêzên me li dagirkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê xist. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara eskerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

17’ê Hezîranê saet 18:00´an, hêzên me yên YJA Starê li girekî dijmin xist ku ewlekariya qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînanê dikir. Ji sê baskan ve gule li çeper û stargehên dijmin hatin reşandin. Hejmara eskerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Bi nûçeyên derew nexapin

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 16’ê Hezîranê saet 23’an derdora gundê Çemço yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, 17’ê Hezîranê piştî nîvrojê jî qada Adilbeg a herêma Avaşînê bombe kir. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyên li derdora gundê Çemço bû.

Di van êrişên berfireh de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên me yên gerîla ti windahî nedane. Dewleta TC a dagirker timî Qendîlê di rojevê de dihêle û bi rêya medya alîgirê xwe di çarçoveya propaganda şerê taybet de îdîa dike ku gerîla windahî dane. Nûçeyên bi vî rengî ne rast in. Dagirkerên ku ji hêzên me yên gerîla her roj derbên giran dixwin, bi rêya nûçeyên derew, hewl didin kuştiyên xwe ji civaka Tirkiyeyê veşêrin û rewşa xwe ya têkçûyî binixumînin. Bila gelê me bi nûçeyên derew ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê nexape.”

 

ANF/BEHDÎNAN