Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê (HPG) diyar kir ku roja 8'ê Nîsanê saet di navbera 10:30-12:30 de gerîlayan bi çekên giran li leşkerên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gerîla derbên giran li çeper û konteyniran xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin û derb li 3 konteyniran ket. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me saet di 11:00 de bi roketên RPG-7 û çekên sekvaniyê li leşkerên li ser gir dan. Li vir jî leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû."

Navendê eşkere kir, doh saet di 07:00 de bi çekên giran li leşkerên li ser girê Şehîd Cîhat hatiye xistin û di encama vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin, lê hejmara leşkerên mirîne û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, 6'ê Nîsanê, di encama bombebarana bi balafiran de li herêma Avaşînê ya Qendîlê 2 gerîlayên têkilî bi wan re qut bûyî, jiyana xwe ji dest daye.

HPG´ê da zanîn ku 7'ê Nîsanê, hevalê wan Erdal ê li Zagrosan di nava yekîneya xwe de ji ber lêdana brûksê "tevlî karwanê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bû." 


BEHDÎNAN