Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê Tîmên tevgera taybet doh xwestin bikevin Taxên Firat û Yenîşehîrê. Şervanên YPS û YPS Jinê dest werda van çekdaran û şerekî dijwar qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê di şer de tîmekê tevgera taybet hat kuştin, yek jî serpêl 2 tîmên taybet jî hatin birîndakirin. Dema nûçe dihat amadekirin şerê li navçeyê bênavber dewam dikir.


Gerîla lê da

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê çalakiyên HPG´ê de agahî da. Navendê nasnameya gerîlayekî li Amedê jiyana xwe ji dest dayî jî, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya hêzên gerîla ya li Bedlîsê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 22'ê Gulanê saet di 19:00´an de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Riclek a Bedlîsê çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de derbên xurt li tankekê û 3 leşkerên kombûyî hat xistin. Di encama çalakiyê de her 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran gule li derdorê reşandin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Xemgîn Koçer hat lidarxistin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî di şerê 21´ê Gulanê de li Amedê jiyana xwe ji dest dayî, eşkere kir. gerîlayê jiyana xwe ji dest dayî Kûrtay Faraşîn / Ozan Çelîk ê li Mêrdînê ji dayik bûyî ye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN