Çend roj berê, darbesta Ezîz Guler, ji destê dijmin hate girtin û gihaşt destê malbata wî. Ew darbest, darbestek ji dîroka Komara Tirk herî giran bû. Ger giraniya wê darbestê heta niha nehatibe fêhmkirin jî, ji îro pêve zedê zedê were fêhmkirin.
Hê ne hay ji xwe ne lê ew darbest, ji bo Komara Tirk û desthilatdarên Komarê wek guleyek e. Guleyeke ji guleyên herî bi tesîr e. Ango tesîra xwe giran e. Tesîrek hişyariyê ye taybetmendiya wê darbestê. Bandora “hay ji xwe bûn” datîne li ser însanan. Tesîrek ciwanî û şoreşvgeriyê ye tesîra wê. Lê temen ne girîng e; çi jin be çi mêr, çi kal çi pîr, çi ji Erziromê be çi ji Colemergê, çi Tirk be çi Kurd, tu tiştek ferq nîn e, çi zanyar çi ger nexwendî jî tesîr sivik an jî giran nabe, tesîr li ser hêstên însanetiyê ye, û rê li berxwedaniyê vedike, ji bo însanan çi ku... Ev jî xetereyeke gelek mezin e ji bo desthilatdariyê.
Desthilatdarî xwe li ser derînsanetiyê ava dike, lê ew darbest ji nû ve însanetî ray ji gel kir. Desthilatdarî heta niha xweş ku bi tirsandinê ve encam bigire, lê ew darbest tirsa dilan ji holê rakir. Desthilatdarî bi vê tevgera xwe ya darbest girtinê ve hovîtiya xwe deranî, lê ew darbest tîrojeke hişyariyê ya li himberî hovîtiyê bû ji bo gel. Dewlet, xwest bi dilhişkiya xwe ve tekoşîna gel bitewisîne, lê gel bi zanyarî têgihîşt ku êdî heta ku ev desthilatdarî hilneweşe bêhngirtin heram e.
Xêynî van yekan darbesta Ezîz, ji bo civaka Kurd û hemû civakên Kurdistanî, ji bo Tekoşîna Azadî, ji bo hemû kesên ku êdî li ser vê tevgerê serî diêşînin û êdî xwedî hişmendiyek in jî gelek gotinên bi wate vedibêje. Berî her tiştî pirtûkek e, ev darbest. Pirtûkeke wêjeyî ye; serî heta binî bi gotinên wêjeyî ve têr û tijî ye. Helbestek e ev darbest; bi êşan tijî ye, êşên giran, sedemên berxwedaniyê bilêv dike. Sînemayek e ev darbest; divê sînema çavê xwe kor neke û xweşikahiya vê darbestê, maneya vê darbestê, hişmendî û naveroka vê darbestê, kûrahî û bilindahiya vê darbestê bibîne, deng û awaz a vê darbestê bibihîze, guhên xwe ker neke, hêstên xwe neherisîne... Muzîkek e ev darbest; ger muzîk bi vî dengê ve naliniya xwe saz neke, ji dengên xweza û însanan re negihîştiye... Çi ku ev darbest bi hezaran dengê ve bar e, dengên hemû mirov û mirovahiyê bi xwe re ye, hemû besteyên berxwedêrî ve xwe hilandî ye.
Rûspîtî ye ev darbest. Rûspîtî ya gel e, gelên Rojhilata Navîn e. Nirxên rûspîtî, di nav wê darbestê de bi keli keliyê ve şînahiya xwe dikelîne. Çawa ku heta niha ji olê, ji dewletê, ji hiqûkê nirx derdihat, nirxên civakî ji van saziyan hêz û çavkaniya xwe digirt, dê îro pêva ew çavkanî bixwe diguhere; ew darbest, ev nirxana serobino dike.
Darbesta Ezîz bixwe kaniya zanyariyeke Ezîz e. Dewlet, bi destdanîna darbesta Ezîz ve xwe bi çoyê şivanê re xurand. Destdanîna darbesta Ezîz şaşitiyeke bi vî rengî bû. Êdî ew darbest, ji bo gelên ku li himberî zordestiyê berxwe didin, bû ronahiyek. Lê ji bo desthilatdarî, ji bo temamî zextgiran jî êdî tirs û pêyama têkçûyînê ye ew darbest. Bi destdanîna darbesta Ezîz, dewlet û desthilatdarî bi destên xwe ve ew pêymanê îmze kir.
Darbesta Ezîz ezîz e, nîşaneyeke pîroz e ji bo gel, êdî bila ew desthilatdar bitirsin, çi ku bi karên xwe, bi çalakiyên xwe ve belayek mezin şidandin li ser serê xwe, li ser temamî pêşerojên xwe...