XANDÎ ELO / ANHA/ŞEHBA

 

Heyva Sor a Kurd li gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji bo dermankirina xelkê navendeke tendûristiyê vekir.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji gelek aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber wê şêniyên gundên navçeyê (Bic El-Qas, gundê Mezin, Miyase, Kilotîn, Zirnaîta û Xiber Şems) neçar in bi dehan kîlometre bimeşin da ku xwe bigihînin navenda tenduristiyê ya herî nêzîk.

Li ser vê yekê Heyva Sor a Kurd noqteyek tenduristiyê li gundekî navçeyê vekir. Navend  li gel dermankirina welatiyan wê ji wan re derman jî peyda bike.

 

24 demjimêran vekirî ye

Endama Heyva Sor a Kurd Zîlan Seydo ku li vê navendê dixebite, got: “Piştî ku me dît tu noqteyên tendûristiyê li wan gundan tune ne, Heyva Sor a Kurd noqte vekir. Noqteya tenduristî rojê 24 demjimêran dixebite. Em 4 endam di noqteyê de dixebitin. Destwerdana lezgîn ji şêniyan re û derman ji zarok û temen mezin re pêşkeş dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ku hemû gundên ku li jor hatine nivîsandin di nav dorpêçê de ne û ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê rêya sereke dikin hedef, şênî nikarin derbasî herêmên Şehbayê bibin û pêwîstiyên xwe peyda bikin.