Çomanî: Du sedemên PDK´ê hene ku dewleta Tirk li Başûr dixwaze. Sedema yekê, PDK´ê niha li Başûr hêza xwe li her deverî konsolîde kiriye. Lê ji ber hebûna PKK´ê nikare hegemoniya xwe li Rojava, Bakur û Rojhilat dayne. Ya diduyê, PDK dixwaze di rewşekê de ku raperînek li dijî PDK´ê bibe, dewleta Tirk alîkariyê bide wê.

LUQMANGULDIVÊ / NAVENDANÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk piştî ku di warê stratejîk de beriya çend salan bi êrişên DAIŞ´ê re guherî, niha jî kete qonaxeke gelekî bi tehlûke ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê, destketiyên siyasî, civakî û miletê Kurd. Muxalifê rêveberiya Başûrê Kurdistanê û rojnamevan Kemal Çomanî li ser helwêsta PDK´ê û rêveberiya Başûr ji me re peyivî. Çomanî yê u li bajarê Elmanyayê Hamburgê dimîne, got, PDK dixwaze ku artêşa Tirk li Başûr hêza xwe ya eskerî zêde bike. Wî ev daxwaza PDK´ê bi du sedeman ve girê da. Yek jê ew e ku PDK û malbata Barzanî dixwazin li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi tesîr bin û ji bo vê hevkriya dagirkeriya dewleta Tirk dikin, ya din jî ew e ku ew ji raperîneke milet a li dijî xwe ditirsin, û di rewşeke welê de dixwazin pişta xwe bidin artêşa Tirk. Li gorî Çomanî yê ku weke lêkolînerekî ji derve yê Înstîtuya Tehrîr ji bo Siyaseta Rojhilata Navîn jî kar dike, ji ber êriş û tecrûbeyên çend salên dawî yên li dijî protestoyên Kurdan, li meydana Başûr xelk tevî nerazîbûnê jî zehmet e dakeve meydanan, ji ber ku aliyên mîna Gorran ên tesrê li meydanan dikin, ketina nava hikûmetê û bûne dûvikê Barzaniyan. Bi ya wî, divê Kurdên Ewrûpa, yên Bakur û Rojava, xasma yên nêzî PKK´ê ne tenê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk lê li dijî hikûmeta Başûr, PDK û Barzaniyan ji ber sedemên gendelî, siyaseta xirab jî protestoyan bikin. Li gorî wî, ev yek dibe ku tesîrê li meydana Kurdî ya li Başûr bike: “Ez dibêjim, divê beşên din ên Kurdistanê bi civaka sivîl a demokratîk a Başûrê Kurdistanê re bibe piştgir.”

Hewldanên ji bo dagirkeriyê li holê ne, û helwêsteke pirr eşkere ya PDK´ê, lê bi giştî ya rêveberiya Başûr heye. Ne li dijî dagirkeriyê ne û PDK jî hevkariyê dike. Pirseke yekser bikim, PDK çi dike?

Hebûn û zêdebûna hêza eskerî ya dewleta Tirk ne tiştekî nû ye. Piştî şerê navxweyî yê di navbera PDK û YNK´ê de, di dema şerê li dijî PKK´ê de, hingê hêzên Tirkiyeyê timî li wir bûn. Lê ev çend sal in, nexasim van herdu salên bihurî hêzên Tirkiyeyê zêdetir bûne. Rewşeke nû çêbûye, li Başikayê hêzên xwe bi cih kirin. Di van herdu salên dawî de rewşeke wisa çêbûye, ku armanc ew e, peywendiya di navbera Qendîlê û Bakur, Qendîlê û Rojhilat de bêhtir bê qetandin. Pîlana pêşî ev diyar e û li Bradostê jî ev bi cih hatiye, wan li wir hêzên xwe zêdetir kirine. Li Qnedîlê jî fişar û zextên Tirkiyeyê zêde dibin. Ya PDK dike, bi hevkarî destekê dide. Ev timî hebû; lê ya tehlûke ew e ku zêdebûna hêzên eskerî yên Tirk li Herêma Kurdistanê rewşeke nû ava dike; dibe ku careke din şerekî Kurd li dijî kurd çêbe. Ji ber ku PKK´ê daxuyanî da, dibêje ew ê li wan kesan bixin ku alîkariyê didin artêşa Tirk. Baş e, kî alîkariyê dide artêşa Tirk; em hemû dizanin ku ev PDK ye. Du sedemên PDK´ê hene ku dewleta Tirk li Başûr dixwaze. Sedema yekê ew e ku îdeolojî û siyaseta PDK û PKK cuda ye û di navbera wan de arîşeyek heye, nexasim jî li Rojava. PDK´ê niha li Başûr hêza xwe li her deverî konsolîde kiriye. Lê ji ber hebûna PKK´ê nikare hegemoniya xwe li Rojava, Bakur û Rojhilat deyne. Ya diduyê, PDK dixwaze di rewşekê de ku raperînek li dijî PDK´ê bibe, dewleta Tirk alîkariyê bide wê. PDK vê dixwaze. Wekî din jî em dizanin ku berjewendiyên PDK û Tirkiyeyê yek in.

Herçî YNK ye, beriya bi çend salan peywendiyên wan bi PKK´ê re baştir bûn. Lê dema Tirkiyeyê zext li wan kir, nexasim bi betalkirina seferên hewayî re li aliyekî û li aliyê din bi xurtbûna her roj a her zêde dibe ya Tirkiyeyê kir ku YNK helwêsta xwe biguhere. YNK di nava xwe de gelek parçe ye. Ji ber wê jî ew baskê YNK´ê yê di nava hikûmetê de nexasim jî dewrûbera Qubad Talabanî destek da Tirkiyeyê di meseleya kirina zextan a li ser PKK´ê de. Em jî dizanin li Herêma Kurdistanê, hikûmeta heyî yeke dabeşbûyî ye. Li Dihok û Hewlêrê PDK hikimran e. Li Silêmanî YNK hikimran e. Em dizanin heger YNK, Gorran, Îslamî yan jî civaka Kurdî bi temamî li dijî hatina artêşa Tirk derkevin, belkî tiştekî bike. Lê ev nabe, em dizanin PDK´ê ev rêkeftin kiriye (bi Tirkiyeyê re). Jixwe beriya niha biryarên parlamena Kurdistan û Iraqê heye ji bo ku hêzên Tirkiyeyê li herêmê nemînin. Lê eşkere PDK´ê ew vexwendine.

Lê tiştên nû hene, baregehên xwe PDK´ê ji Tirkiyeyê re hiştin, kontrola hin gundan dan wan, di nava bajarên xwe yên mezin re karwanên eskerî yên Tirk derbas bûn. Dewleta Tirk li deverên di bin kontrola PDK´ê de bi cih dibe. PDK çawa dikare baweriya xwe bi dewleta Tirk bîne?

Rast e, ev tiştekî nû ye. Tirkiye dixwaze bi temamî mintiqeyên nêzîkî Tirkiyeyê ne, kontrol bike. Ez bawer nakim karibe li Qendîlê heman tiştî bike. Niha ya Tirkiye dike ew e ku Bradostê bi temamî dagir bike, Bakur û Qendîlê ji hev qut bike. Berê jî qereqolên xwe li nava xaka Iraqê ava kiribûn. PDK alîkariyê dide û dixwaze jî. Herçî Hikûmeta Iraqê ye bi devan li ber dagirkerî û kuştina sivîlan daxuyaniyan dide. Lê tevî ewqas krîzên xwe, Iraq nikare tiştekî li hember Tirkiyeyê bike. Jixwe vê havînê Iraq tiştekî bike jî Tirkiye dikare avê ji ser qut bike û rewşa Iraqê pirr xirab bike. Iraq tiştekî nake, PDK alîkariya Tirkiyeyê dike. Dewleta Tirk jî dixwaze vê mintiqeyê heta bi devera Barzan bi temamî dagir bike. PDK jî vê dixwaze. PDK, PKK´ê ji bo xwe weke tehlûkeyekê dibîne. Ji ber ku PKK nêzîkî devera Barzan e jî, PDK dixwaze Tirkiye wir dagir bike. Jixwe li Mergesor û Bradostê her roj hêzên Tirk zêde dibin. Heta bi Sîdekanê qereqolan zêde dikin. Lê ez bawer nakim ku Tirkiye heta bi Qendîlê biçe, bêhtir wê bi balefiran êriş bikin. Helbet her tişt dibe, lê zehmet e. Bi ser de jî li Qendîlê sînorê bi Îranê re heye.

Hîna li Şêladizê raperînek li dijî dagirkeriya Tirk çêbû. PDK çawa diwêre bi hêzeke dagirker re hevkariyê bike ku ew hêz neyarê Kurdan e, û di diyarkirina çarenûsa Kurdan de diyarker e? 

Gelê Başûr bi temamî, bi rêjeyeke herî zêde li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ye. Li Şêladizê jî vê xwe da der. Lê PDK dikare û diwêre; lewma ew dixwaze Tirkiye li Başûr be, ji bo ku dema li dijî PDK´ê jî raperînek çêbû, Tirkiye alîkariya wê bike. Em dizanin, ji bo Tirkiyeyê, ti kes nikare weke PDK´ê berjewendiyên Tirkiyeyê biparêze. Wekî din çi di warê siyasî de û çi di warê çandî û aborî de be, siyaseta dewleta Tirk û AKP´ê li Başûr bi hêz dibe. Milet ne tenê li dijî dagirkeriya delweta Tirk e, milet li dijî siyaseta PDK´ê ye bi şêwazekî giştî. Ji ber vê yekê, PDK dixwaze ew hêz li wir bin. Da ku, kengî raperînek yan jî tiştekî nû li dijî PDK´ê çêbû, alîkariya wê bikin.

Li Başûr serxwebûna xwarinê, ya enerjiyê, ya hilberîn û bazarê nîne. Bi ser halan de heger PDK di warê eskerî de ji bo parastina xwe li dijî miletê xwe, bi hêzên dagirker ve girê bide, mirov çawa vê binirxîne?    

PDK ji berê de ev e. Di dema şoreşa salên 1970´yî de, dema ku rejîma Şah a Îranê piştevanî dida. Mele Mistefa piştî Peymana Cezayîrê çû cem Şahê Îranê, da ku bibîne, ka desteka Îranê ji bo wî dewam dike yan na. Hingê şah got, êdî em piştevaniya şoreşa Kurdan nakin. Barzanî li wir ji rojnameyên fermî yên Îranê re hingê got, “Karê min temam bû, madem Şah dibêje, temam, ez nikarim bi serê xwe dewam bikim.” Jixwe, dema ku di salên 80´yî de şoriş ji nû ve bû, hingê jî Îranê piştevanî dida PDK´ê. Di dema şerê li dijî YNK´ê de jî PDK´ê çû artêşa Iraqê ya Sedam Huseyin ji bo alîkariyê bi xwe re anî. Dema ku li dijî PKK´ê şer kir, dîsa çû li gel hevkarî kir. Ev siyaseta PDK´ê ye. Dema ku DAIŞ´ê dest bi qirrkirina Êzîdiyan kir, hingê jî PDK´ê şer nekir. Çû xwe avêt Emerîka, Hêzên Koalîsyonê û gerîlayên PKK´ê. Em PDK´ê baş nas dikin. PDK hêzek e ku bawerî bi xwe nîne û xwe nasipêre miletê xwe. Ew tenê pişta xwe dide dewletên dagirker. Di dîrokê de jî ev her wisa bû. PDK îro jî pirr baş pê dizane, li Başûrê Kurdistanê milet qet hez ji PDK´ê nake. Ji ber siyaseta hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re, ji ber siyaseta gendeliyê, ji ber siyaseta retorîka milletperestiya eşîrî, millet hez ji wan nake. PDK jî bi vê dizane. Heger piştevaniya wî nake, ew dikare siyaseta xwe bi piştgiriya hêzên navdewletî û herêmî yên weke Tirkiyeyê dewam bike. Em dikarin xurtkirina peywendiyên PDK´ê bi Tirkiyeyê re di çarçoveyeke bi vî rengî de binirxînin.

Heger wisa ye, tu dibêjî, ji 2003´yan ve jî ti tecrûbeya PDK´ê ya neteweyî jî çênebû?

PDK jixwe li siyaseteke niştimanî nafikire. Navend û esasê siyaseta PDK´ê parastina berjewendî û hebûna malbata Barzanî ye. Ji bo PDK´ê hebûna malbata Barzanî û Mesûd Barzanî ya herî girîng e. Divê hemû siyaseta Kurdî di xizmeta wan de be. Piştre di xizmeta siyaseta PDK´ê de be, piştî wê jî êdî Kurdistan, xelkê Herêma Kurdistanê tê. Em wisa îfade bikin, li gorî wan, heger wê malbata Barzanî nebe, ne muhim e ku Kurdistan yan jî miletê Kurd hebe. Di dîrokê de jî her wisa bûye. PDK wekî din nikare kesekî din qebûl bike. Lazim e, bi xwe her tişt be. Va ye serokê Herêmê bûye Nêçîrvan, serokê hikûmetê bûye Mesrûr. Tevî van jî Mesûd Barzanî xwe weke mercîekî Kurdî dibîne. Yanî niha xwe ji hikûmeta herêmê, serokatî û parlamana wê jî mezintir dibîne.

Gelo em nikarin xweşbîn bin ku nerazîbûna xelkê Başûr, çi li herêmên PDK´ê û çi ji wê û wê de gavê di vê meseleyê de bi PDK´ê bi paş ve bide avêtin?          

Ez wisa nafikirim. PDK niha hikûmetê ava dike. Siyaseta PDK hemû alî kirrîne û bi ser hemûyan de zal bûye. Hêzên Gorran û Yekîtî ku hêza wan li ser meydanan û raya giştî dikare hebe, ew dikevin nava hikûmetê. Maneya vê çi ye. Lazim e ew siyaseta PDK´ê qebûl bikin. Heta niha beyannameya hikûmeta herêmê ya derçûyî jî mesele ye. Wezîrê bi wekalet ê herêmê niha Qubad Talabanî ye. Lê beyannameya derçûyî ne ya wî bû, ya Nêçîrvan Barzanî, PDK û malbata Barzanî bû. Ji ber wê, ew nikarin tiştekî bikin. Mixalefeta Îslamî fikra wan baş e, lê kêm in. Nifşê Nû jî hêzeke piçûk e, nikare tiştekî bike. Meydana Kurdî çi qasî ne razî be jî, piştî xwepêşandana 17´ê Sibatê (2011) û xwepêşandanên çend salên bihurî ku PDK û YNK´ê bi şidet û kuştinê tepisandin, meydana Kurdî êdî ne bi qewet e. Rêxistinên civaka sivîl jî ne bi qewet in. lê ew kesên dixwazin xwepêşandanan bikin, ew hêzên nêzî PKK´ê, weke Tevger (a Azadiya Civaka Kurdistanê) piçûk e, hem jî dema ku du xwepêşandanan bikin, asayîşa PDK û YNK´ê dikare her kesî bigirin, û careke din destûrê nedin wan. Ji ber wê yekê ez ne zêde geşbîn im li ser meydana Kurdî.

Ma tiştekî weke Şêladizê naqewime?

Ez wisa nafikirim. Ez rastî bibêjim, lazim e ji Ewrûpa ne tenê li dijî dewleta Tirk, lê her wiha li dijî Hikûmeta Herêmê û PDK´ê jî Kurdên Diaspora, Kurdên bakur, ên Rojava û Kurdên nêzî PKK´ê xwepêşanan bikin. Ev hêzên nêzî PKK´ê her ji bo Rojava û Bakur xwepêşandanan dikin, lê rojeke tenê jî ji bo Başûr xwepêşandanek nekirine. Bi ya min lazim e, protestoyekê bikin li dijî hikûmeta herêmê yanî li dijî PDK´ê. Yanî heger PDK ne xwediyê vê helwêstê be, Tirkiyeyê jî nikare wisa bike li Başûr.  Yanî heger Diasporaya Kurd, Kurdên Bakur û Rojava protestoyên wisa bikin, wê qet nebe tesîrê li civaka Kurd a Başûr bikin. Belkî li ser hikûmetê, PDK û YNK´ê tesîr nebe jî wê li ser civakê tesîrek bibe. Yanî ê wan stratejiyên wan hene, û stratejiya wan li gel Tirkan e. Ji bo tesîrkirina li ser civakê bi xwe lazim e li Bakur, Rojava û Diasporayê protesto bên kirin ne li dijî Tirkiyeyê, lê li dijî PDK´ê, ne tenê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê, lê li dijî siyaseta hikûmeta Herêmê. Ez dibêjim, divê beşên din ên Kurdistanê bi civaka sivîl a demokratîk a Başûrê Kurdistanê re bibe piştgir.