Derbarê vekirina pêşengehê de hunermend Sakar Farûq ji RojNews re axivî û ragihand ku ew bi hunermend Aryan Ebubekir re tevlî vê pêşengehê bûye û wiha got: “Me herduyan bi 32 tabloyên cêwaz, bi stîl û mijarên taybet beşdarî pêşengehê kir. Min li ser pirsgirêka jinan û jinên penaber berhemên xwe pêşkêş kir.”
Hunermend Sakar diyar kir ku hertim mijara berhemên wê jin e û wiha got: “Herçend asta jiyanê di civakê de bilind bûye, lê ez ne di wê baweriyê de me ku êş û azarên jinan kêm bibe.”
Hunermend Aryan Ebubekir jî koleja Hunerên Bedew, beşa wênekêşiyê li Silêmaniyê bidawî kiriye. Heta niha bi caran bi berhemên xwe tevlî pêşangehên taybet û hevbeş bûye. Beşdarî 100 pêşengehên hevbeş li bajarên Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Kerkûkê bûye.
HOGIR EHMED / ROJNEWS/ HELEBCE