Di hevdîtina heyeta BDP’ê ya li gel Ocalan ku daxwazkiribû hevdîtinê biçapemeniyê re pêk bîne. Ersoz ev yek weke “daxwazake tê fêmkirin” nirxand û anî ziman ku, ji xwe normale ku Ocalan ê bi dewlet û hikûmetê re dicive ji bo pêvajo pêşde biçe bi derdorên ji derve ên di nava pêvajoyê de cihê xwe digirin hevdîtinan pêkbîne. Ersoz da got wê pir şaşbe ku hikûmet daxwaza hevdîtina Ocalan qebûl neke, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste hikûmet şert û mercên Ocalan normalbike û daxwazan qebûl bike.

Helbestvan Cezmî Ersoz da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî pêvajoya aştiyê pir baş birêve dibe ye û got: “Li rexmî ku di hundir de ye jî Ocalan xwedî zekayekî wisane ku, pêşketinên li derve pir baş dixwîne. Di vê wateyê de ger bixwazin hevdîtinên aştiyê bilez bikevin pêwîste şert û mercên Ocalan yên tenduristî, ewlekarî û ragihandinê normal bikin.”

‘PKK gotinên xwe bicîh tîne'

Ersoz da diyarkirin ku, li gorî pêvajoya vekişînê nêz dibe, hikûmet têkildarî yên vedikişin hewil dide zirarê bide pêvajoyê û da zanîn ku, di aliyê pêvajoyê de xwedî li gotinên xwe derdikeve, yê niha soza xwe negire hikûmeta AKP’ê ye.
Ersoz pêvajoya çareseriya demokratîk weke “derfeta dawî” dinirxîne û wiha dibêje: “Pêwîste hikûmet daxwazan bicih bîne, li hember kesên li dijî pêvajoyê helwesta xwe nîşan bide. Xwedê biparêze eger ev pêvajo jî têk biçe û rêxistin bikeve wê fikrê ku hatiye xapandin, wê bibe dawiya me hemûyan."

‘Hikûmet li gor pêvajoyê tevnagere'

Helbestvan-Nivîskar Cezmî Ersoz balkişande ser ku pêwîste ev pêvajo weke navend mirov bê nirxandin, bêyî ku pêvajo bibe amura polîtîk, pêwîste ji fikarên berjewendiyên polîtîk dûr pêvajoyê birêve bibin. Ersoz bilêv kir ku, di vê xalê de hikûmet li gorî pêvajoyê tevger nake û pêngavên şênber ne avêtiye.
Ersoz da zanîn ku, pêngavên ku hikûmet pêwîste di qonaxa duwem ya pêvajoya çareseriyê de bi avêje, bilez bi avêje û Ersoz destnîşan kir ku, daxwaza Ocalan ya pêwîste heta meha Îlonê qonaxa 3’mîn destpê bike jî divê were cih.


SESAD SUR/ANF/ ÎZMÎR