Alî got divê ev helwesta berxwdêr ya ciwanên Tirkiyeyê bê slav kirin û got: “Erdogan dibêje bûyer ji ber birîna çend daran destpêkiriye. Lê ev ne wisa tenê bi texrîbkirina çend darane. Ev qetilkirina xwezayê ye.”
Bertekên li dijî zilmê ye
Alî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev bûyer her çiqas bi Parqa Gezî deng bidin jî, di esasa xwe de bertekek li dijî pêkanîn dij-demokratîk û gayrî meşruye. AKP ya ku dewletê temsîl dike, divê bertekan baş fêm dike û peyamê rast fêm bike. Ev di esasa xwe de îfadeya hesreta demokratîkbûna komarê ye. Lê tiştek heye ku ev aliyên ku di vê bûyerê de wisa bertekên xwe nîşan dide, çima di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bê deng dimînin. Ev mijarek cudaye. Lê wek tê zanîn pirsgirêka Kurd jî pirsgirêka herî mezin ya Tirkiyeyê ye. Dema di vî alî de bê nirxandin, ev bûyer ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re xizmetê nake.
Şîdeta polîsan empatiyê ava kir
Alî balkişand ser şîdeta polîs a di bûyerên Parqa Gezî de got: “di van bûyerên dawî de, terora dewletê û şîdeta polîsan ku bi salan bû gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd pê re rû bi rû diman, derfeteke empatiyê ava kir. Ev jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfetek gelek girînge.Em jî wek Komalên Ciwan van bûyeran girîng dibînin. Dibêjin ciwanên Kurd di van berxwedanan de cih nagirin. Lê di alî ciwanên Kurd de berxwedan terza jiyanê ye. Ji ber vê jî ciwanên Kurd bê guman dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşengiyê bike. Ev bûyer îfadeya guherîna civakê ye. Ev bûyer nîşan didin ku civak bi zextê nayê kontrolkirin û îradeya wan teslîm nayê girtin. Erdogan dibêje em ji sedî 50 bi zor êli malê digirin. Belê ji sedî 50 bi dengan destlatdar be jî xuyaye ku hemû civak nehatiye girtin.”
Alî da zanîn ku usluba Erdogan jî wek referansa siyasî baldar nayê girtin û got usluba Erdogan ji berê de mijara nîqaşê ye got di navbera gotin û pratîka wî de gelek feq heye.
Alî banga hestiyariyê li ciwanên Tirkiyeyê kir û got: “Peywira ciwana a parastina civakê heye. Divê xwe bi rêxistin bikin û çalak bin.”
RÛBAR ROJ/ANF/QENDÎL