Jinên ji Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û hatin Pirsûsê, li gel şert û mercên giran ên jiyanê jî, perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin.

Jinên ji Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û hatin Pirsûsê, li gel şert û mercên giran ên jiyanê jî, perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin. Piraniya van jinan temenê xwe mezin e û bi bebekên xwe yên biçûk tevlî perwerdeyê dibin û dixwazin zimanê dayika xwe hîn bibin bi pêşengiya mamosteyên ji Kobanê zimanê xwe fêr dibin. Mamosteya zimanê Kurdî ya li  konbajarê Kobanê Xanim Mistê diyar kir ku ev nêzî 5 meh in li konbajarê Kobanê mamostetiya zimanê Kurdî dike. 


Tevî zarokên xwe beşdar dibin

Xanim destnîşan kir ku xwestekek pir mezin heye û got ku perwerdehiya wan rengîn û bi coş derbas dibe. Xanim da zanîn ku serê sibê heta nîvro perwerdeya zarokan dide û pişt nîvro jî ji bo jinan perwerdeya rêziman dide. Xanim ev tişt anî ziman: “Ji saet 8’an heta saet 11.30’an li dibistana Viyan Amara perwerdeyê didim zarokên me yên Kobanê. Piştre jî perwerdehiya jinên me yên dixwazin zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin tên dayîn. Gelemperî jinên zewicî û bi zarokên xwe tên dibistanê û hewl didin hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin. Divê hemû Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin.” 


‘Zimanê me rûmeta me ye’

Jina bi navê Têlî Silêman got ku ew û keça xwe ya biçûk tê dibistanê û wiha axivî: “Dema em li Kobanê bûn, zimanê erebî fêrî me dikirin. Ji ber vê yekê em zimanê xwe hîn nebûn. Em hatin vir jî bi saya hevalan perwerdeya zimanê me rê me didin. Em pir kêfxweş in. Min nû fêm kir ku zimanê mirov tine be, mirov jî tine ye. Divê mirov li zimanê xwe, çanda xwe li hemû tiştên xwe xwedî derkevin. Zimanê me rûmeta me ye. Ji niha û pê ve em dixwazin jiyana xwe bi zimanê xwe berdewam bikin.”

Welatiya bi navê Hîva Mistefa jî anî ziman ku bi perwerdehiya zimanê Kurdî pir kêfxweş e û wiha domand: “Zimanê me hebûna me ye. Ziman tine be jiyan jî tine ye. Ji ber ku berê em li Sûriyeyê bûn derfetên me tine bû, em fêrî zimanê xwe bibin. Em dereng jî man lê ne xem e. Em ji ku derê destpê bikin baş e. Temenê hînbûna ziman tine ye. Roj bi roj ez zimanê xwe fêr dibim. Dema ez vegerim Kobanê jî, ez ê perwerdeya xwe bidomînim û ez ê zimanê xwe yê dayikê pêş bixim.”


‘Pêşketina gelan bi ziman e’

Xezal Îbrahîm jî anî ziman ku ji bo hînbûna zimanê Kurdî tevî bebika xwe ya biçûk beşdarî perwerdeyê dibe. Xezal da zanîn ku ji bo hînbûna ziman ti tişt ne asteng e û wiha pê de çû: “Me di vê koçberiyê de pir zor û zehmetî dît. Em ji welatê xwe pênaber bûn. Ligel hemû zorderiya ji em dixwazin zimanê dayika xwe hîn bibin. Em dixwazin bi zimanê xwe yê şêrîn bi axivin, binivîsînin û bixwînin.”

Welatiya bi navê Cîhan Silêman jî bi lêv kir ku ger em xwedî li zimanê xwe dernekevin kes li zimanê wan xwedî dernakevin û wiha got: “Berê min nizanî bû tîpên Kurdî. Bi saya mamosteyan em zimanê xwe fêr dibin. Pêşketina gelan bi xwedîderketina ziman ve destpê dike. Ji ber vê yekê zimanê dayikê pir girîng e. Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Zimanê me rûmeta me ye. Dema ez biçim Kobanê jî ez dixwazim bibim mamosteyê zimanê Kurdî û zimanê xwe fêrî zarokên me bidin. Divê em li hemberî pişavtinê jî rawestin.”


 ANF/RIHA