Li gorî Hunermenda Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Leyla Mecîdî tevî ku rewşa siyasî li Rojhilatê Kurdistanê gelekî xirabe jî beşê hunrî li Rojhilatê Kurdistanê li pêşiya Başûrê Kurdistanê ye. Leyla Mecîdî keçek sînemakare ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ev heyamê du salane li Başûrê Kurdistanê mijûlî karê hunerî ye ji BasNews re ragihand: “Li Başûr derfet mezin ji bo kar heye lê heta niha sûde ji vê derfetê nehatiye kirin û karên ne baş sedema nerazîbûna bîneran e.” û behsa wê yekê jî kirk u hunermendên baş encamê karên xwe dibînin.
Dixwaze sînemegeriyê bidomîne
Derbarê ew jinên Rojhilatê Kurdistanê ku karê hunerî li Başûrê Kurdistanê dikin Leyla got: “Merc tineye ku ew bi xwe hunermend bin, lê belê rewşa wan jinan ew kirine hunermend, heger tu lêkolînê bike tê bibîne bê li Rojhilat ti berhemê wan tinene.”
Her wiha ew jî eşkere kir ku çend caran ji wê hatiye xwestin ku karê bêjeriyê bike lê ew naxwaze taqeta xwe di karên din de xerc bike, ji ber ew dixwaze di sînema de kar bike. Leyla Mecîdî ev du salin li Herêma Kurdistanê dijî û beşdarî li çend fîlimên sînemayî, festival û karên Şano de kirye.
BASNEWS/HEWLÊR