Mijara Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê îsal “Azadî” ji bo Rojava tê organîzekirin. Miraceet ji bo vê mîhrîcana duyemîn dewam dikin. Duyemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedêku ji bo bipêşxistina huner û hişmendiya hunerê ya fîlman çêdibe, li ser xeta azadîxwaz û civaka demokratîk her sal tê lidarxistin. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên wek Peyas, Rezan û Sûrê tê organîzekirin dê di navbera 27 Cotmehê û 2’yê Mijdarê de bi rê ve biçe. Di mîhrîcana îsal de bajarên Bakurê Kurdistanê, çand û hunera Kurdan jî wê bên danasîn. Her wiha di vê mihrîcanê de gelek panel, semîner, pêşangeh, gotubêjên bi derhêneran re û atolye jî hene û nîşandana fîlman dê ji gel re vekirî be. Di gelek beşan de jî xelat tên dayîn û miraceetkirina ji bo tevlîbûna mîhrîcanê ji bo derhêneran dê heta 25´ê Îlonê  dewam bike. Di mîhrîcanê de derhênerên navdar ên navneteweyî di nav surprîzan de ne. 


Mîhrîcaneke pirreng
Beşên pêşbirkê û xelatên ku tên dayîn jî bi awayê li jêr in:
 Beşa fîlmên metraj dirêj ya herî bi prestîj e di mîhrîcanê de û 30 hezar TL wê bibin xelata filma serketî; herçî beşa kurtefîlman e 10 hezar TL dibin xelata filma serketî; di beşa Belgefîlman de 20 hezar TL xelata filma serketî ne; di beşa belgefîlmên navneteweyî a piştgiriya projê de 3 film tên hilbijartin û her yekî ji wan10 hezar TL tê xelatkirin; beşa senoryoya metrajdirêj a neteweyî ya piştgiriyê de10 hezar TL ji bo filma serketî xelat in.
Organîzator bang li wan derhêneran dikin ku dixwazin fîlmên xwe bigihînin rêveberiya mîhrîcanê da ku li ser malpera “amedfîlm.com” forma miraceetê dagirin. Piştî vê miraceeta fermî jî derhêner divê filmên xwe bi riya postê ji Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn re bi rê bikin.  Divê ev fil beriya 25´ê Îlona 2014´an bigihêjin navnîşanê ji bo ku karibin werin nirxandin û biryar were dayîn ka ew dikarin di mîhrîcanê de werin nîşandan û tevlî pêşbirkê bibin.

AMED