
Fîlmê ‘Drom vidare’ (Xeyala xwe bidomîne) ya derhênera Kurd Rojda Şekersoz, di 40. Festîvala Fîlman a Goteborgê de ji bo xelata ‘Dragon Award Best Nordic Film’ ku weke xelata Ejderha tê naskirin, namzet hat nîşandan.
Rexnegirên sînemayê dibêjin, Şekersoz ji bo xelata mîlyonek Kronên Swêdî wergire, divê li hemberî derhênera fîlma Xwîna Samî Amanda Kernell û derhênerê fîlma Tom Of Finland Dome Karukovskî qayîşê bikişîne.
Divê ciwan li ber xwe bidin û têbikoşin
Fîlmê ‘Drom vidare’ qala pirsgirêk, zor û zehmetiyên ciwanên koçber dike ku li derveyî sîstemê hatine hiştin. Her wiha destnîşan dike, ku ji bo pêkhatina xeyalan û çareserkirina pirsgirêkan, divê ciwan li ber xwe bidin û têbikoşin.
Du wateyên ‘Drom vidare’
Du wateyên gotina ‘Drom vidare’ hene. Yek jê; ‘ji bo pêkanîna vîzyona xwe, xeyalên xwe bidomîne’ ku ev wateya xwe ya erênî ye, ya din jî; ‘tu dikarî encax di xewn û xeyalan de bibînî’ ku wateya vê jî êşa giran e.
Derhêner Rojda Şekersoz yek ji rêveberên Komîteyên Rojava û Bakur e, ku ji bo piştgiriya ji Rojava û Bakurê Kurdistanê dixebite. Di heman demê de di nava komeke helbestvanên siyasî ya bi navê ‘Revolation Poetry’ de bi rengekî çalak dixebite. Di Şanoya Drama ya Qraliyetê de, di xwepêşandanên li dijî dijminatiya beramberî biyaniyan û nîjadperestiyê, li qadan helbestan dixwîne.
40. Festîvala Fîlman a Goteborgê Îna bihurî êvarê dest pê kir û wê 11 rojan bidome.
Di nava van 11 rojan de ji 84 welatan 457 fîlm wê bên nîşandan.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM