ÎF Îstanbul ku ji 40 welatan 112 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm pêşkêş kir 28’ê Sibatê mehê bi dawî bû.
Îsal bi giştî 80 hezar kesî li fîlman temaşe kir. Piştî Stenbolê dê di navbera 3-6’ê Adarê de li Îzmîr û Enqereyê jî li dar bikeve. Di ÎF Îstanbulê de fîlmên ku di beşên pêşbaziyê de bi ser ketin hatin xelatkirin. Ji wan derhênerên Kurd Ali Kemal Çinar, Gulistan Acet û Yakup Tekingaç bi berhemên xwe xelat wergirtin.
Di ÎF Îstanbulê de ev berhem hatin xelatkirin:
- Beşa Keşîf a Pêşbaziya Navneteweyî:
Yekemîn: Ali Kemal Çinar bi fîlmê “Veşartî” (Tirkiye), Bi Gan bi fîlmê “Kaili Blues” (Çîn)
- Xelata SÎYAD’ê:
Ali Kemal Çinar “Veşartî” (Tirkiye),
- Pêşbaziya “Eşq & Dinyayek Din:
Yekemîn: Bi fîlmê “Lost And Beautiful” (Winda û Xweşik) Pietro Marcello (Îtalya)
Xelata Taybet a Juriyê: “Baglar”, derhêner Berke Baş&Melis Birder (Tirkiye)
- Pêşbaziya Temaşevanan a ji bo kurtefîlman;
Yekemîn: “Azad” (Derhêner Yakup Tekintangaç)
Duyemîn: “Guneh” (Derhêner Gulistan Acet)
Sêyemîn: “Meral, Kizim” (Suheyla Schwenk)
STENBOL